Şamê li Suwêdayê agirbest ragihand 2025-07-15 14:19:55   Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Murhaf Ebu Kasra, daxuyand ku agirbest li Suwêdayê hatiye ragihandin.   Li Swêdayê ya ku herêmeke bi piranî Durzî lê dijîn, ev çend roj in pevçûn di navbera hêzên herêmî û komên girêdayî Hikûmeta Demkî de berdewam dikin. Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Murhaf Ebû Kasra, daxuyand ku agirbest li bajêr hatiye ragihandin. Ebû Kasra di parvekirinek li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal a X'ê de, îdia kir ku "biryara ragihandina agirbestê li gorî lihevkirina ku bi rêberên civakî yên bajêr re pêk hatî, hatiye dayîn."