Li Zaxoyê êrişî bîrên petrolê hat kirin 2025-07-16 09:26:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dronên bombebarkirî êrişî bîrên petrole yên li navçeya Zaxo ya Dihokê ya Başûrê Kurdistanê hat kirin.   Li gorî nûçeya Rojnews’ê ya xwe spartî çavkaniyên herêmî, danê sibehê bi rêya dronên bombebarkirî êrişî bîra petrolê ya li Paşxabûr a li Îdareya Zaxoyê hatiye kirin. Di heman demê de bi rêya droneke din jî êrişî bîra petrolê ya DNO ya li Tawkêya li Zaxoyê jî hat kirin.   Tê gotin ku di encama êrişan de ziyanên madî çêbûne. Heya niha nayê zanîn ev êrîşên li ser bîrên petrolê yên Herêma Kurdistanê ji aliyê kê ve têne kirin.   Hêjayî gotinê ye Kompanyaya DNO kompanyayek neftê ya Norveçêye û bîrên petrolê yên li Tawkê û Pêşxabûr yên li Zaxoyê bi rê ve dibe.   Duh danê sibehê jî bi rêya balafirên bê mirov û xwekuj, êrîşî bîra petrolê ya li Etrûş ya ser bi bajarokê Şêxan ya ser bi Dihokê hatibû kirin.