Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî 2025-07-17 19:03:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkeriya mayinde ya li Sengelaê anî. Bi vî awayî heyama binkeyên mayinde yên Fransayê yên li Afrîkaya Navîn û Rojavayê Afrîkayê jî bi dawî bû.    Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkeriya mayinde ya li Senegelê anî. Di merasîma fermî ya hat lidarxistin de ku Serfermandarê Giştî yê Senegelê Mbaye Cissé û fermandarê hêzên fransî yên li Afrîkayê General Pascal jî beşdar bûn, tesîsa leşkerî ya fransî Camp Geille ya li paytext Dakarê û binkeya hewayî ya li balafirgehê dewrî dewleta Senegalê hatin kirin.    Ev gav, wekî parçeyeke ji pêvajoya rageşiyî ya Fransayê ku di salên dawî de li Afrîkayê qewimîbû, tê nirxandin. Fransa, ji sala 2022'yan ve binkeyên xwe yên li Malî, Bûrkîna Faso, Nîjer, Çad, Fîldîşî Sahîlî û Gabonê bi awayekî mayinde girtibû û hin ji wan jî veguherandibû navendên perwerdehiya hevpar.    Li Senegalê, Unsûrên Fransî yên Senegalê (EFS) yên ji nêzî 350 leşkerên fransî pêk dihatin, tevî artêşa Senegalê hevkariya leşkerî ya operasyonê bi rê ve dibirin. Dawî li peywira van yekîneyan jî hat.    Pêvajoya vekişîna Fransayê ya ji Senegalê, ji Adara 2025'an dest pê kiribû û binkeyên girîng ên wekî Camp Geille gav bi gav hatibûn tehliyekirin. Ev kampa ku li semta Ouakamê ye, navenda komûta û hevkariya herêmî ya artêşa Fransayê bû.    Senegal ji roja serbixwe bûbû, ji sala 1960'î heya niha li Rojavayê Afrîkayê mutefîkê herî nêzîk ê Fransayê bû. Ev geşedan, wekî xaleke werçerxê ya leşkerî û stratejîk a li Afrîkayê ya Fransayê tê nirxandin.