Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê 2025-07-18 19:13:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, têkildarî pêvajoyê de axivî û got: "Em bi hêvî û baldar pêş ve diçin."    Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan, di Merasîma Mezûniyetê ya Efseran a Zanîngeha Parastina Neteweyî de axivî. Erdogan ku bal kişand ser pêvajoyê, got: "Em eniya xwe ya navxweyî tahkîm dikin." Erdogan derpêş kir ku gavên dîrokî avêtine û careke din xwe li zimanê "Tirkiyeya bêteror" girt û got: "Em bibiryardar, bi hêvî û baldar ber bi armanca xwe ve pêş ve diçin."   Erdogan bal kişand ser merasîma çekdanînê ya sembolîk a PKK'ê ku di 11'ê Tîrmehê de li dar xistibû û got: "Li aliyê din em eniya xwe ya navxweyî jî tahkîm dikin." Erdogan got: "Gava em gihîştin vê menzîlê înşele em ê Tirkiyeyeke bihêztir, mutebertir pêk bînin. Yekîtî û biratiya me, wekî kevaneke vezelandî ye. Her tîra ku jê dertê, ber bi dijminê bekaya me ve çûye. Bila tarîtiya li dora me kesî netirsîne, bila kesî hêvşikestî neke. Bi îzna Xwedê dê kes nikaribe asteng bike ku roj li ser herêma me hilê. Kesên xwe bi xwînê û aloziyê xwedî dikin axirê wê winda bikin û ya bi ser bikeve jî wê biratî be. Em ê li erdnîgariya xwe ya berfireh a ku kurd, tirk û ereb lê ne, em ê rûpeleke îstiqar, tevkarî û aştiyê vekin."    Erdogan diyar kir ku pergala navneteweyî ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hatiye avakirin di warê leşkerî, siyasî û aborî de zehmetiyan dikişine û got: "Niha, şerê sîberê şûna şerên kozikan ê berê girtiye."    Erdogan bilêv kir ku li herêmê û cîhanê hevsengiyên nû çêbûne û got: "Ji bo ku welatê me di vê rastiya nû de bi awayekî herî bihêz hebe û di pergala nû de li refa pêş be, çi ji destê me bê em ê bikin."    Erdogan destnîşan kir ku ew rêgezên sereke yên hiqûqa şer û exlaqê şer esas digirin û got: "Di tu heyama dîroka me de, me di şerên herî xwîndar de jî dest nedaye jin, zarok, extiyar, mazlûm û sivîlan."