Li Kurdistana Federe 9 meh in hikûmet nayê damezirandin 2025-07-21 09:47:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Hawre Karwan, diyar kir ku ev 9 meh in li Herêma Federe ya Kurdistanê hikûmet nehatiye avakirin û ji qeyranê herî zêde gel bandor dibe.   Li  Herêma Federe ya Kurdistanê li ser hilbijartina parlamentoyê ya 20’ê Cotmeha 2024’an de 9 meh bihurîn lêbelê hikûmet hêj nehatiye damezirandin. Rojnameger Hawre Karwan, qeyrana siyasî ya di navbera her du partiyan û rewşa damezirandina hikûmetê nirxand.    Karwan, destnîşan kir ku qeyrana hikûmetê ya ku bi mehan e didome ne tenê qeyraneke siyasî ye û ev tişt got: “Ev rewş rasterast li ser jiyana gel jî bandor dike û veguheriye pirsgirêkek kûr a civakî. YNK, daxwaza serokatiya herêmê an serokatiya hikûmetê dike. Herwiha YNK’ê daxwaza wezareta karên hindûr, darayî û çavkaniyên xwezayî kir. PDK’ê ev daxwaz red kir û nexwest van pozîsyonan parve bike. Bêbaweriya di navbera her du aliyan bû sedemê xetimantina pergalê. PDK, ji bo van erkên desthilatê di destê xwe de bihêla israr dike û YNK jî ji bo parvekirina wan israr dike. Ji ber vê yekê desteya hikûmeta 10’emîn nehate avakirin. Ev xetimandin encama şerê salên 1990’î ye.”      ‘GEL NIKARE MÛÇEYÊN XWE WERGIRIN’   Karwan, destnîşan kir ku ji ber qeyranên siyasî xizmetên cemawerî di asta rawestandinê de ye û wiha pê de çû: “Xizmetguzariyên wek perwerde, tenduristî û veguhastinê pêk nayên gelek sazî di nava hefteyê de tenê 3-4 rojan dixebetin. Mamoste di çalakiya karberdanê de ne, nexweşxane bêkêr in û gel nikare mûçeyên xwe wergire. Gelek welatî di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dan. Ev rewş hemû girêdayî qeyrana partiyên siyasî ne. Di protestoyên li Zînê Wertê welatiyek jiyana xwe ji dest da. Gel her tim li kolanan protesto dikin lêbelê hikûmet bêdeng e.”     ‘DÊRÛNIYA GEL XIRA BÛ’   Karwan, di berdawimiya axaftina xwe de got: “Li Herêma Kurdistanê ji ber rêveberiyeke nebaş a 34 salan îro gel di warê aborî û dêrûniyê de têk çûye. Bi xizaniyê ve pirsgirêkên civakî û bûyerên xwekuştinê zêde bûn. Mirov di nava deynan de dijîn û nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin. Nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê û tedawî bibin. Partiyên siyasî jî hêj li ser desthilatê lihev nakin. Ev pergal zêde najo. Gel êdî nikare zêde vî barî rabike. Pispor, dibêjin heta rêveberî xwediyê vê hişmendiyê be dê li Herêma Kurdistanê rêyek ji bo çareseriyê peyda nebe.”