Kampanyaya îmzeyê: Em dixwazin beşdarî pêvajoyê bibim 2025-07-21 10:51:52   AMED - Li Amedê nûnerên rêxistinên civakî yên ku beşdarî kampanyaya îmzeya ku ji aliyê bijîşkan ve ji bo piştigiriya pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de hatibû destpêkirin bûn, destnîşan kirin ku "Em dixwazin di nava pêvajoyê de cih bigirin."   Odeyên Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) ên li bajarên Kurdistanê, duh di civîna Navenda Kongreyê ya Çand Amedê de daxwazên xwe yên têkildarî “Aştî û Civaka Demokratîk” aşkera kirin û kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin. 269 rêxistinên civakî ku di nav de rêxistinên ked, pîşeyî, komeleyên çand û ziman û komeleyên jinê piştgirî da kampanyayê û metna hevpar îmze kirin.    Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ku metin îmze kirine, diyar kirin ku ji bo xebatên pêvajoyê amade ne.    Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen, diyar kir ku wek odeya bijîşkan pêşniyariyek wiha pêş xistine û ev pêşniyar ji aliyê saziyên civakî erênî hatiye dîtin. Ulgen, destnîşan kir ku aştî bingeha avakirina civakê ye û ev tişt got: “Ev pêvajo ji bo me firsend e. Ji bo dawîbûna şer ev pêvajo pir girîng e. Aliyê ku şer dike ji bo aştiyê gav diavêje. Li hemberî vê yekê em wek bijîşk û sazî nikarin bêdeng bimînin. Aştî, bi piştgiriya saziyên demokratîk ve pêk tê. Aştî ne tenê erka kesên şer dike an siyasetmedar û dewletê ye ya me hamûyan e.”   ‘EM DIXWAZIN DI NAVA PÊVAJOYÊ DE CIH BIGRIN’   Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê Yildiz Ok, diyar kir ku şer li hemû gelan bandor dike. Yildiz Ok Orak, got: “Em tenê bi îmzekirina metnê ve sînordar namînin. Em dixwazin bibêjin divê hemû rêxistinên demokratîk beşdarî pêvajoyê bibin ger di nava pêvajoyê de cihnegirin aştiyê pêk neyê. Heta civaka sivîl, dayikên aştiyê nebin û hevrûbûn nebe ‘avakirina Civaka Demokratîk” ne pêkan e. Ji ber tevlêkirina pêvajoyê em ê civîn û hevdîtinan bikin. Em wek platform û partiyên siyasî em ê bi Serokê Meclisê re bicivin. Çi bikeve ser milê me em ê pêk bînin.”   ‘EM DIXWAZIN DI KOMÎSYONAN DE CIH BIGIRIN’   Serokê Odeya Bijîşkan a Êlihê Alî Îhsan Gundogdu, diyar kir ku şerê 40 salan gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û şer ji bo civakê bareke giran e û wiha axivî: “Em wek saziya tenduristiyê me got ‘şer pirsgirêka tenduristiya gel e’.  Lewre cihê ku şer lê be mirin, birîndarî û nexweşî hene. Veguhstina zehmet die. Em jî wek odeya bijîşkan em dibêjin şertê tenduristiyê yê yekemîn aştî ye. Li cihê ku tenduristÎ nebe em nikarin qala aştiyê bikin.”    Gundogdu, bal kişan ser komisyona ku dê li Meclisê bêavakirin û wiha pê de çû: “Di vê mijarê de çi bikeve para rêxistina me em ê pêk bînin. Divê ev komîsyon tenê ji siyasetmedaran pêk neyê. Divê bijîşk, dêrûnas, zanyar jî di nav cih bigirin. Em dixwazin di nava komîsyonê de cih bigirin.”     MA / Sema Bîngol