Civîna Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê dest pê kir 2025-07-21 15:46:56   ENQERE – Serokê MÎT’ê, li Meclisê bi DEM Partiyê re civiya.     Serokê Rêxistina Îstîxbaratê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, bi Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re civiya.   Kalin, li Meclisê DEM Partî ziyaret kir.  Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullarî, Tuncer Bakirhan û Serokwekîlên Koma Meclisê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî pêşwaziya Kalin kirin. Piştî kişandina dîmen, civînê dest pê kir.     Tê payîn ku dê di civînê de geşedanên der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a di çarçoveya çareserkirina pirsgirêka Kurd de bê nîqaşkirin.