Kesên ku wêneyên Ocalan parvekiribûn hatin binçavkirin 2025-07-21 18:23:50   MÊRDÎN - Li Mêrdînê di avêtina ser malan de 4 kesên ku wêneyên Abdullah Ocalan û gerîlayan parve kirin jatin binçavkirin, piştî îfadeyê serbest hatin berdan.    Li Mêrdînê danê sibehê di avêtina ser malan de ciwanên bi navê E.T., Y.Y., S.D. û O.Ç. hatin binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de, ciwanên hatin binçavkirin bi "propagandaya rêxistinê" hatin tawanbarkirin. Ciwanên ku polîsan ew birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê, îfadeya wan hat girtin û paşê sewqî dozgeriyê hatin kirin.    Hat hînkirin ku ciwan ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya sanal bi "propagandaya rêxistinê" hatin tawanbarkirin. Di lêpirsînê de wêneyên 12'emîn Kongreya PKK'ê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin pirsin.   Ciwan piştî lêpirsîna li dozgeriyê serbest hatin berdan.