‘Kooperatîfa Dabînkirina Berhemên Xwezayî’ 2025-07-26 11:15:42 WAN - "Kooperatîfa Dabînkirina Berhemên Xwezayî" ya ku li Wanê hatiye damezrandin, berhemên xwe bi rêya înternetê digihîne welatiyan. Rêvebira Kooperatîfê Caziye Duman diyar kir ku projeyê li hemû bajarên Kurdistanê belav bibe.   Bi rêya "Kooperatîfa Dabînkirina Berhemên Xwezayî" ya li Wanê hatî damezrandin, hilberînerên herêmî hatin cem hev da ku berhemên xwezayî dighîne ber destê welatiyan. Tora dabînkirina xwezayî ya ku li Wanê dest pê kirî dê li hemû bajarên Kurdistanê belav bibe û dê hemî berhemên herêmî yên hilberandî bi rêya malpera www.dogaltedarik.com bighîne gel. Bi destpêka vê malper û kooperatîfê ve tê payîn ku bi sedan kesên di projeyê de bên bixebitandin.     ARMANCA MALPERÊ   Fatih Yuruk ê ku yek ji damezrînerên malperê ye, diyar kir ku malpera ku wan çêkiriye ne tenê toreke bazirganiyê ye, di heman demê de toreke alîkariyê û piştevaniyê ye jî û ev tişt got: "Min ji 2007’an heta 2010’an perwerdehiya bezarkirina dîjîtal wergirt. Paşê, me gelek proje çêkir. Me ji bo gelek şîrketan li ser medyaya dîjîtal karê bezarkirnê birêve bir. Piştî destpêkirina malperê, fikra peydakirina gihîştina bazarek ji bo bajarên li Kurdistanê pêş ket. Armanca malpera ku me çêkiriye ew e ku hilberên karkerên jin yên ku li mal, baxçe û zeviyên xwe hilberînê dikin karibin hilberînên xwe bazar bikin. Ev pergala ku me çêkiriye ne tenê dê bibe cihek bazirganiyê, di heman demê de dê bibe toreke alîkariya hevbeş û piştevaniyê jî. Bi vê malperê, ew ê karibin bi hêsanî hilberên ku li malê amade dikin, û her weha fêkî û sebzeyên ku li baxçeyên xwe têne çandin, bazar bikin. Projeya me dê li Wanê dest pê bike û li hemû bajarên li Kurdistanê belav bibe."   ‘DÊ LI HEMÛ BAJARÊN KURDISTANÊ BELAV BE’   Rêvebira Kooperatîfê Caziye Dumanê got: “Projeya me ya dabînkirina berhemên xwezayî dê li hemû bajarên Kurdistanê belav bibe. Tu axek wek a Kurdistanê bibereket nîne. Jiyana ekolojîk hêzê dide me. Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî am berpirisyariya xwe bi danbînkirina hilberîna xwezayî ve bi cih bînin. Em bi jinan ve bihêz in, jin ne bêçare ne.”   MA / Bîlal Babat