DEM Partiyê çareseriya pirsgirêkên jinên astengdar gotûbêj kir 2025-07-26 11:19:17   ENQERE – Meclisa Jinan a DEM Partiyê û Komîsyona Astengdaran, di panelê de çareseriya pirsgirêkên ku jinên astengdar dijîn gotûbêj kirin. Berdevaka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, daxwaza avakirina Wezareta Astengdaran kir.    Meclisa Jinan û Komîsyona Atengdaran a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), paneleke bi ser navê “Di avakirina Civaka Aştî û Demokratîk de Jin li ser Îdeolojiya Mikûnî diaxivin” li dar xistin. Panel li Dika Yilmaz Guney a Şaredariya Çankayayê hate lidarxistin, li gel Berdevaka Meclisa Jinan a DEM Partiyê, jinên astendar û gelek kesên din beşdarî panelê bûn.   Halîde Turkogluyê, têkildarî pêdiviya Civaka Aştî û Demokratîk û çareseriya pirsgirêka astengdaran ev tişt got: “Mixabin li welat astengdarî, rastî her cure tundiyê tên. Di bin navê alîkariya civakî li malê de tên ragirtin, li derê jiyana civakî tên hiştin. Bi navê îdeolojiya mikûnî ve rê, dibistan, avahî, qadên siyaset, qadên medya, tibê mafê jiyana astengdaran hedef digire. Îdeolojiya mikûnî, di gotin û pratîkê de îdeolojiyeke zayendperest û nîşandperest e. Îdeolojiyeke li dijî astengdaran, astengan ava dike. Nexasim ku ev astengdar jin be cureyên tundiyê du qat dibin.”   ‘BILA WEZARETA ASTENGDARAN BÊ AVAKIRIN’   Halîde Turkoğlu, bal kişand ser lêçûna kêm a lênêrîna malê û nebûna parastina qanûnî û ev tişt got: "Her çend tundî, destdirêjî û îstîsmarê ku keçên astengdar pê re rû bi rû dimînin bênavber be jî, siyasetek têrker tune ku pêşî li wan bigire û sûcdar bi polîtîkayên bêcezatiyê têne xelat kirin. Em li dijî sînordarkirina polîtîkayên astengdariyê bi xizmetên malbatê re ne. Ji ber vê yekê me gelek caran ji bo avakirina Wezaretek ji bo Astengdaran daxwaz kiriye û em ji bo bidestxistina vê yekê hewldanên xwe didomînin. Têkoşîna li dijî îdeolojiya mikûniyê di her aliyê jiyanê de hewldanên piralî hewce dike. Mirov nikare vê mijarê ji bo mirovên bê asteng bihêle."    Piştî axaftinê, welatiyên astengdar der barê pirsgirêkên ku ew pê re rû bi rû dimînin de agahî parve kirin.