ICOMOS: Pira Deh Derî di xetereyê de ye, plana çalakiyê berpêş bikin 2025-08-02 09:35:52   AMED - Konseya Abîde û Sîteyan a Navneteweyî, ji bo avahiyên li dora Pira Deh Derî hişyarî kir ku pir bi xetereyê re rû boi rû ye û doza plana çalakiyê ya berbiçav kir.    Pira Deh Derî ya dîrokî û turîstîk a Amedê, ji ber avahiyên li derdora wê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye. Xetereya li dora pirê ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê (UNESCO) ya Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye, di rapora Mîsyonê ya Şopandinê ya Konseya Bîrdarî û Sîtan a Navneteweyî (ICOMOS) de jî cih girt. Konseyê du rapora xwe ya "Keleha Amedê û Peyzaja Çandî ya Baxçeyên Hevselê" de destnîşan kir ku ji bo Pira Deh Derî tu tevdîr nehatine girtin.    Di raporê de hat destnîşankirin ku dewlet jî cihê ku Pira Deh Derî lê ye neparastiye. Hat destnîşankirin ku divê geşedanên li dora Çemê Dîcleyê hemû bên lêkolînkirin û "parastina qanûnî bê xurtkirin".    Di raporê de plana çalakiyê ya berbiçav hat daxwazkirin û wiha hat gotin: "Divê dewlet ku alî ye, bandora xwe ya li ser nirxên gerdûnî yên bilind ên bilind ên ji bo hebûna Pira Deh Derî û geşedanên li dora wê ku heyîneke Mîrateya Cîhanê ye, di ber çavan re derbas bike. Divê bi planeke çalakiyê ya berbiçav ku ev pirsgirêk çawa dikarin bên çareserkirin berpêşî Komîteya Mîrateya Cîhanê bê kirin."    Di raporê de hat destnîşankirin ku avahiyên li derdorê gefê li pirê dixwin û divê hemû xebatên li vêq adê wekî pêşniyazî berpêşî Navenda Mîrateya Cîhanê bên kirin.    PÊŞNIYAZÊN JI BO PIRÊ   Di raporê de ji bo pirê hin pêşniyaz jî hatine kirin. Ji van pêşniyazan hin jî bi vî rengî ne: "Divê nêrdewana kevir bê rakirin û divê avahiyeke biderence ya baştir bê çêkirin. Divê pozîsyoan mizgeftê jî bê guherandin. Nirxandina Kartêker a Mîrateyê ku bandoreke neyînî li Pira Deh Derî neke divê bê çêkirin. Tesîsên werzîşê, avahiyên depoya avê yên li başûr, qada ber bi çem ve datê û hwd. ji bo kêmkirina bandora wan a li ser pirê divê peyzaja wan bê sererastkirin."    MA / Fethî Balaman