Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Li Girtîgeha Qerçekê îşkence heye 2025-08-09 14:32:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê derbarê rewşa girtiyên jin yên li girtîgeha Qerçek ya Tahranê, raporek parve kir. Hat ragihandin ku girtîgeh bûye navenda îşkence û tundiyê.   Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê derbarê rewşa girtiyên jin yên li girtîgeha Qerçek ya Tahranê, raporek parve kir. Li gorî rêxistinê Girtîgeha Qerçek a li Tehranê bûye cihê êşkencekirina jinan û qeyrana mirovî ya girtiyên siyasî yên jin. Rêxistinê ragihand ku girtîgeha Qerçek bi tundiya sîstematîk a li dijî girtiyên jin nav û denge û bûye sembola ‘êşkencekirina bêdeng’.   Li gorî heman rêxistinê li girtîgehê demeke dirêj e ceyran tê birîn, xizmeta tenduristiyê nayê kirin, ava pêwîst nîne û ev yek hemû dibin sedem ku jiyana girtiyên siyasî bikeve bin metirsiyê.   Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê herî dawî jî da zanîn ku hinek girtiyên siyasî yên jin bi nexweşiyên dem dirêj ketine û nayên tedawî kirin.   Hêjayî gotinê ye Girtîgeha Qerçek, yek ji girtîgehên herî mezin a li paytexta Îran Tehranê ye. Çalakvanên mafê mirovan, parêzerên serbixwe û rêxistinên navneteweyî jî di derbarê binpêkirinên li vê girtîgehê de tên kirin, gelek caran bang kirine û hişyarî dane. Lê li gorî raporan, binpêkirinên li ser girtiyên li girtîgeha Qerçek roj bi roj zêdetir dibin.