Komxebata ciwanan: Manîfestoya civaka demokratîk perspektîfa azadiyê ye 2025-08-10 15:25:04   STENBOL - Fatma Gunduz di komxebata Meclisa Xwendekarên Azad a Stenbolê de axivî û got: “Di avakirina jiyaneke sosyalîst û komunalîst de rola sereke, dikeve ser milê ciwan, jin, xwendekar û hemû ciwanan.”    Meclisa Xwendekarên Azad a Stenbolê, li Navenda Çand û Hunerê ya Yilmaz Mizrak a li navçeya Maltepe ya Stenbolê bi dirûşma “Em bi ruhê hevrêtiya komunalîst xwe birêxistin dikin, azad dibin” komxebat li dar xist. Li eywana komxebatê pankartên “Jin, jiyan, azadî”, “Li ser xeta azadiya jinê de avakirina sosyalîzma demokratîk” û “Her zanîngehek bibe komunek, her komun bibe qadê ramanên azad” hatin hilayîstin.   Axaftina destpêkê ya komxebatê ji hêla endama Meclisê Fatma Gunduz ve hate kirin. Fatma Gunduzê diyar kir ku dewlet û îktîdar avadaniyên dijî civakê ne û got: “Ji roja hatiye avakirin heta niha hêzên dewlet û îktîdarê êrişî civakîbûna bi keda komunal a xwedawenda hatiye avakirin dikin. Forma dawî ya dewletê, anku netewe dewlet jî hebûna xwe li ser şer û mêtingeriyê ava dike. Netewe-dewlet, qirkirinê li ser nasnameyên me dike. Em ne mecbûrên netewe dewletê ne. ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’, perspektîfa jiyaneke azad û nû pêşkeş dike. Ev jî jiyaneke sosyalîst û komunalîst e. Bi zanebûniya vê berpirsyartiyê me atolyeyên şaristaniya demokratîk li dar xist. Di encama atolyeyan de jî me hewcehî bi komxebateke wiha dît. Ji ber ku di avakirina jiyaneke sosyalîst û komunalîst de rola sereke, ya jinên ciwan, xwendekar û hemû ciwanan e. Hêvîdarim ev komxebat derfetê bide ku şexsiyeta sosyalîst kûrtir bibe.”    Piştî axaftinê, ciwanan deqeyek rêz girt. Piştre jî komxebat ji çapemeniyê re girtî domiya.