Ozel: Bîrîncî yê AKP’î ji Kapkî 2 milyon dolar xwest 2025-08-14 14:01:37   ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku Mucahît Bîrîncî yê AKP’î ji Mûrat Kapkî ku ji lêpirsîna ÎBB’ê hatibû girtin re gotiye; “Tu dê 2 milyon dolaran bidî û piştre dê bi rehetî ji vir derkevî.”    Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Ozel, têkildarî îdiayên nelirêtî û bertîlê yên di darazê de axivî. Ozel, diyar kir ku Mucahît Bîrîncî ji Mûrat Kapkî ê di lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatibû girtin wekalet girtiye û jê re gotiye “Heke tu îftîrayan bikî ez ê te xelas bikim.” Ozel, got ku Bîrîncî bi van gotinan zext li Kapkî kiriye.    Li gorî îdiayên Ozel ku bi belgeyan aşkera kir, Mûrat Kapkî jî tiştên jiyayî nivîsandiye û giliyê Bîrîncî kiriye.    BÎRÎNCÎ 2 MILYON DOLAR XWESTIYE!    Ozel, mijar weke “Diyariya rojbûna AKP’ê” pênase kir û got: “Hevalekî parêzer ê di nava vê çeteya AK Toroslaran de cih digire, diçe cem karsaz Mûrat Kapkî ê ji lêpirsîna ÎBB’ê hatiye girtin. Kesê hûn jê re dibêjin Mûrat Kapkî, dema ÎBB di destê AKP’ê de jî gelek kar dikir, ji bo gelek saziyên cemaweriyê kar dikir û yek ji xwediyên şîrketeke mezin e. Gelek caran îtîrafkarî lê hatiye ferzkirin, îfadeyên poşmantiyê jî daye lê ji ber ku îfadeya jê dihat xwestin nedaye, di hundir de tê ragirtin. Mucahît Bîrîncî ku endamtiya MKYK’a AKP’ê jî di nav de di AKP’ê de gelek peywir kiriye diçe cem vî hevalî. Ev hevalê diçe cem wî, bi Mûrat Kapkî re diaxive. Di 31’ê Tîrmeha 2025’an de girtekeke îfadeyan ku rûpelek û nîv e dane pêşiya Mûrat Kapkî û jê re dibêje; ‘Tu dê vê îmze bikî, ser re jî dê 2 milyon dolaran bidî, piştre dê tepetep ji vir biçî. Hevdîtineke nehatiye kirin dê wekî hatibe kirin vebêjî, dê navên hin kesan derbas bibin û dê eleqeyek van kesan bi hinek bûyeran re nîşan bidî.    BÎRÎNCÎ: MAKYEVELÎST BIFIKIRE    Heta dema Kapkî jê re dibêje ‘Ez îftîrayan li tu kesekî nakim’ jî Mucahît Bîrîncî jê re dibêje; ‘Hinek makyevelîst bifikire; binêre, CHP ber bi başiyê ve diçe. Wê rojê dê di dadgehê de bibêjî ku, min ev yek ji bo xwe xelas bikim got. Dê gotineke weke ku CHP’î bî bibêjî, dê xwe ji xezeba CHP’ê rizgar bikî. Her şev Fuat Ugur, Cem Kuçuk, Nedîm Şener der heqê min de diaxivin, her tim. Ma ez jî van bibêjim dê çi bibe? Mereq neke, ez ê tevekan çareser bikim, ez ê bibim dest, ling û temînata te ya di medyayê de.’”