Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt 2025-08-17 16:35:22   ŞIRNEX - Li yekîneya leşkerî ya li navçeya Basayê di navbera binefserekî û çawişekî pispor de rageşî derket. Di rageşiyê de de çek hatin bikaranîn. Çawişê pispor hate kuştin û binefser jî birîndar bû.    Di navbera binefserekê li gundê Tarunî yê navçeya Basa ya Şirnexê leşkerî dikir û çawişekî pispor de rageşî derket. Di rageşiyê de çawişê pispor hate kuştin û binefser jî birîndar bû. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bûyer îro di danê sibehê de li qawîşê qewimî. Di nîqaşa navbera leşkeran de demek piştre çek hatin bikaranîn. Di bûyerê de guleyek li çawişê pispor ket û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.  Binefserê çawişê pispor kuştî jî birîndar bû.    Binefserê birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Piştî bûyerê, di têketina gund de liv û tevgera leşkerî zêde bû û gelek wesayîtên zirxî li herêmê hatin bicihkirin.    GUNDÎ JI WIR HATIN DÛRXISTIN   Heta niha jî têkildarî sedema bûyerê tu daxuyanî nehatine dayin. Gundiyan, diyar kirin ku piştî nîqaşa devkî leşkeran bi çekan êrişî hev kirine. Çavkaniyên me xwe gihandiyê gotin ku çûne cihê bûyerê lê leşkeran ew ji cihê bûyerê dûrxistine.