DEM Partiyê bersiv da îdiayên Arslan: Dixwaze berê civakê bide hev 2025-08-20 09:59:56 ENQERE - DEM Partiyê bersiv da gotinên Yuksel Arslan ê Partiya Îyiyê û got: “Armanca wî ew e ku berê civakê bide hev, dijbertiyê sor bike û rewatiya komîsyonê ya di nava civakê de tune bike.”    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî gotinên Wekîlê Partiya Îyiyê yê Enqereyê Yuksel Arslan ên têkildarî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya bi mebesta çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, daxuyanî da.    DEM Partiyê bi sernavê "Bêhişiya derewkar û provokatorekî” daxuyanî da û got: “Di nîqaşên ser ‘Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê’ de ku li Meclisê hatiye avakirin, têkildarî DEM Partiyê dezenformasyon û derewên bi zanebûn tên belavkirin.     Wekîlê Partiya Îyiyê yê Enqereyê Yuksel Arslan li ser medyaya civakî çendek îdia belav kir ku ev derewên bizanebûn ên DEM Partiyê tu caran di komîsyonê de nexistiye rojeva xwe û tu eleqeya van derewan bi rastiyê nîne.    Qaşo ‘lîsteya daxwazan’ a behsa xeberê bi temamî ji ber xwe ve çêkiriye û armanca wî ew e ku rageşiya di nava civakê de zêde bike, berê civakê bide hev û rewatiya komîsyonê ya di nava civakê de çêbûye tune bike. Gotinên wiha kufî, dijminatî û nefretê belav dikin, operasyonên vala yên bi lîstina bîra gel e. Armanc dike ku zirarê bide siyaseta demokratîk, rojeva sereke ya gel tarî bike û zirarê bide hewldanên çareseriya demokratîk.    Li şûna xebatên çêker ên komîsyonê, ruhê guftûgoyê û îradeya lihevkirinê, naverokên sexte yên bi zanebûn tên derxistin û nûçeyên asparagas derdixin pêş. Ev helwest, ne tenê li dijî îradeya Meclisê ye, di heman demê de bêberpirsyartî û provokasyoneke li dijî pêşeroja hevpar a tevahiya civakê ye. Divê 86 milyon welatiyên me bi vê baş bizanin; armanca esasî ya li pişt van manîpulosyonan, jehrîkirina zemîna demokratîk e.    Weke DEM Partiyê, em ê her tim bi gavên ji bo aştî, edalet û demokrasiya piranîparêz tên avêtin re bin. Yên ku hewl didin bi rojevên sexte yên bi derewan hatine pêçandin rêya me bibirin, dê li hemberî dîrokê her tim bi danîna xefikan bên bibîranîn. Rojeva me ya sereke, xwişk-biratiya gelan û aştiya mayinde ye. Em careke din bi bîr dixin ku dê tu hêz nekarin bi polemîkên sunî, bi van hewldanan rêya me asteng bikin. Em hemû cureyên provokasyonê û zimanê nefretê şermezar dikin.”