Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Ocalan guhdarî bike 2025-08-20 11:06:34 ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Abdullah Ocalan guhdarî bike.   Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî mijarên di rojevê de li Meclisê daxuyanî da. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bal kişand ser xebatên komîsyona li Meclisê û got ku girîng bû ku komîsyonê duh li derdorên di şer de mexdûr bûne guhdarî kir.      DÊ DAYIKÊN ŞEMIYÊ GUHDARÎ BIKIN   Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgîtê wiha got: “Em gelek biqîmet dibînin ku di vê pêvajoyê de li kesên di şer de mexdûr bûne û xizmên xwe winda kirine were guhdarîkirin, aqilê çareseriyê bikeve meriyetê, li cem çareseriyê cih bigirin û gotina xwe bikin. Îro dê di civîna komîsyonê de li Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, ÎHD, Weqfa Tahir Elçî û saziyên din bên guhdarîkirin.”    TÊKOŞÎNA DAYIKAN   Di berdewamê de Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bal kişand ser têkoşîna Dayikên Aştiyê û wiha domand: “Têkoşîna wan a aştiyê dê xebatên komîsyonê ronî bikin û gelek sûdewer bin. Bêguman dê li ÎHD’ê were guhdarîkirin. Em behsa komeleyeke di salên 90’î de cînayetên kiryarnediyar, binpêkirinên mafên mirovan ên hemû derdorên civakê belge kirin û kirin rapor dikin. Lewma jî îro her gotina ÎHD ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dike, gelek biqîmet in.    Dayikên Şemiyê jî ev 30 sal in têdikoşin. Hin ji wan hevjînên xwe, birayên xwe, dayik û bavên xwe winda kirin. Lê dîsa jî serî netewandin. Hatin binçavkirin, der heqê wan de doz hatin vekirin lê tevî vê jî ji bo dîtina windakiriyan bênavber têkoşiyan. Bi vê wesîleyê ez Dayika Berfor ku bêyî hestiyên zarokê xwe bibîne wefat kir û ji Dayikên Şemiyê Emîne Ocakê bi rêzdarî bi bîr tînim. Wan têkoşîneke dîrokî dan û bersiva herî delal a ji bo bîranîna wan, avakirina aştiyeke civakî û mayindekirina wê ye.”   ‘HEWL DIDIN RASTIYAN WEKE KU NEHATIBIN JIYÎN NÎŞAN BIDIN’    Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, helwesta hin derdoran a li dijî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rexne kir û got: “Weke ku birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de bang nekiriye, weke ku rêxistinê guh nedabe vê bangê, weke ku rêxistinê di 5-7’ê gulanê de biryar nedabe û di 11’ê Tîrmehê de torena şewitandina çekan li dar nexistibe tevdigerin û nîqaşên ku rastiyê vedişêrin, dikin. Lê ev tevek jî ji bo şerê 45 salan ddidome û ji bo pirsgirêka Kurd a 100 salî qonaxên dîrokî ne. Di tevahiya van qonaxan de roleke pir girîng ê birêz Ocalan heye û tevahiya gelên Tirkiyeyê dît ka gotinên wî çawa cihê xwe dibînin.”   ‘DIVê LI NÊRÎN Û PÊŞNIYARÊN OCALAN WERE GUHDARÎKIRIN’    Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di her hevdîtinê de balê dikişîne ser Meclisê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em bibêjin ku birêz Ocalan îşaret bi zemîna siyasî û hiqûqî dike. Belê rast e divê siyaset berpirsyartiyê li xwe bigire û ji bo pêwîstiyên hiqûqî yên pêvajoyê bên cîbicîkirin divê gavên pêwîst bi lez biavêje. Lewma çawa ku li derdorên civakî tê guhdarîkirin, çawa ku li mexdûrên şer tê guhdarîkirin, divê bi heman awayî li nêrîn û pêşniyarên birêz Ocalan ku di pêvajoyê de diyarker e jî were guhdarîkirin. Hewceye li fikrên wî were guhdarîkirin û diyalog bê pêşxistin.”    BERTEK NÎŞANÎ OPERASYONÊN LI DIJÎ ŞAREDARIYAN DA    Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, bi lêv kir ku divê yasayên entegrasyona demokratîk bilezûbez bikevin rojevê û ev tişt anî ziman: “Aştiya civakî tenê bi avakirina zemîneke hiqûqî û siyasî dibe. Civakeke demokratîk tenê bi demokratîkkirina yasayan dibe. Bi rakirina astengiyên li pêşiya azadiya xwebirêxistinkirinê, civaka demokratîk pêkan e. Hewceye yasayên entegrasyona demokratîk û yasayên ku dê demokrasiyê pêş bixe tavilê bên nîqaşkirin û bikevin rojevê. Em li ser pêvajoyeke nû, çareseriyê diaxivin. Em li ser mijara ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirina diaxivin. Lê dema li pratîkên îktîdarê dinihêrin, dibînin ku berevajiya vê tevdigere. Operasyona di 19’ê Adarê de li dijî şaredariyên CHP’ê dest pê kirî û bênavber didome. Girtina Şaredarê Beyoglûyê, operasyona li dijî muxalefetê ye.”    ‘GEL DIBÎNE KA KÎ AŞTIYÊ DIXWAZE’   Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, got ku hewl tê dayin ser DEM Partiyê manîpulasyon bên kirin û wiha dom kir: “Wekîlê Partiya Îyiyê yê Enqereyê Yuksel Arslan tweetek avêtiye. Di tweetê de li ser gotinên DEM Partiyê derew, dezeformasyon û manîpulasyon kiriye. Hêj di destpêka pêvajoyê de me gotibû ku dê dijberên çareseriyê li pey manîpulasyon, provakasyon û hesabên şaş bikevin. Îcar vê jî wekîlekê nexwestiye tev li komîsyonê bibe kiriye. Ev ne tiştekî ji ber xwe ve ye.    Em bi aşkerayî bibêjin; her kes kesên xwe ji şer, xwîn, hêsirên çavan û tundiyê xweyî dikin pir baş dibîne.  Her kes dibîne ka kî çareseriyê, aştiyê, wekheviyê, pêkvejiyanê û hemwelatiyên azad û wekhev dixwaze. Her wiha her kes dibîne ka kî li ser xwîna Kurdan, li ser xwîna gelê Tirk, xizan û hejaran siyasetê dike û kî xwe ji neçareseriyê xweyî dike. Lewma jî em provokasyonên bi vî rengî hewaleyî wijdana gel dikin.”