Qanûna sînordarkirina titûnê berhemdar mexdûr kir 2025-08-21 09:37:35   MÛŞ - Welatiyê bi navê Muhammed Yilmaz, li dijî sînordarkirina titûnê gazinên xwe anî ziman û got: “Em heqê keda xwe wernagirin. Divê qedexe bên rakirin, sererastkirinên qanûnê çêbin.”   Di sala 2022’yan de piştî titûn û berhemên titûnê hatin xwemalîkirin û sînordarkirin, bazara titûnê ji sedî 90 kete destê şîrketên biyanî. Ji bo pêşî li firotina cotkarên titûnê bigirin, Wezareta Çandiniyê û Daristanê di sala 2017’an de bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Kaçaxçitiyê ya Hejmara 5607'ê re şertê girtina “belgeya destûrê” ferz kir. Cotkarên ku nikaribin belgeya destûrê wergirin, firotina titûnê li wan hate qedexekirin. Titûnfiroşên li Mûşê ji ber vê qanûnê bi fikar in.    ‘WEK EM QAÇAXÇÎ BIN NÊZÎ ME DIBIN’   Muhammed Yilmaz ê ku li Mûşê titûnê diçîne, anî ziman ku ji ber nebûna qanûneke der barê çandiniya titûnê de, li gorî qanûnê wek karekî qaçaxçitiyê tê dîtîn û ev tişt got: “Em titûnê diçînin, kom dikin û jê dikin lê dema em tînin Mûşê di rê de em tên destgîrkirin. Ji ber vê yekê wek qaçaxçiyan nêzî me dibin. Ji ber ku titûna me hate girtin gelek caran doz li me hatiye vekirin. Ji ber vê yekê em sererastkirineke qanûnî dixwazin. Em titûnê bi derfetên xwe diçînin.”   ‘BILA PIŞTGIRIYÊ BIDIN COTKARAN’   Yilmaz, diyar kir ku li Mûşê febrîqayeke titûnê nîn e û  wiha gotina xwe bi dawî kir: “Em ji neçarî titûna xwe tînin li ser dikandaran an li kolanan difiroşin. Ev 10-15 sal in ez vî karî dikim. Bila piştgiriyê bidin cotkaran. Rewşa cotkariya titûnê li Mûşê ne baş e. Bazirganiya titûnê nayê kirin. Ji tirsan welatî nikarin kîloleyeke bigirin û derkevin derve. Ji ber ku ditirsin. Em sererastkirineke qanûnî dixwazin. Ji bo vê mijarê em bangî her kesê dikin.”