Di 8 mehan de 50 serlêdanên tundiyê ji bo ÎHAMED’ê hatin kirin 2025-08-21 10:01:10   WAN - Li Wanê di nava 8 mehan de 50 serlêdanên tundiyê ji bo Komeleya Mafên Mirovan û Medyayê hatin kirin. Berdevka komeleyê Burcu Şeber diyar kir ku xwegihandina edaletê ya jinan tê astengkirin.   Komeleya Mafên Mirovan û Medyayê (ÎHAMED) di sala 2021’ê de li Wanê hate avakirin. Komele, xebatên xwe yên belgekirina binpêkirinên mafan û bi rêya medyayê parvekirina bi raya giştî re didomîne. Komeleya ku ji ewil ji bo piştevaniya hiqûqî ya têkildarî mirin û windakirinên bi darê zorê hatibû avakirin, piştre berê xwe da mafên jinan. Komeleya ku di Mijdara 2024’an de bi awayekî çalak dest bi piştevaniya hiqûqî ya jinan kir, heta niha xwe gihandiye gelek jinan. Di navbera Mijdara 2024’an û Tîrmeha 2025’an de 43 jinan serî li komeleyê da. Ji serlêdanên hatine kirin 22 jê ji ber êrişên fîzîkî, 6 ên dijîtal, 16 jê yên psîkolojîk, 2 jê yên aborî û 4 jî yên tundiya zayendî bûn. Komeleyê ji van serlêdanan bo 29’an alîkariya hiqûqî da û serlêdan arasteyî saziyên peywirdar kir.    Berdevka Komeleyê parêzer Burcu Şeber û endama komeleyê parêzer Fatma ulgen têkildarî xebatên xwe axivîn.    ‘ME BERÊ XWE DA XEBATÊN JINAN’   Burcu Şeberê got ku armanca esasî ya komeleyê ew bû ku di sala 2021’ê de têkildarî mirinên li ser sînor û windakirinên bi darê hem ji hêla hiqûqî ve hem jî ji bo xurtkirina hêza raya giştî hatiye avakirin û got: “Piştre ji bo berfirehtirkirina xebatan me departmana mafên jinan ava kir. Tevî akademîsyen û kesên di qada mafên jinan de xwedî tecrube me daxil kir û me bi hev re dest bi xebata avakirina xeta tundiyê kir. Lêbelê tenê nayê wateya ‘me xeta tundiyê ava kir û xelas bû.’ Mê lêkolîn kir bê ka ev çawa dikare bê domandin. Ji ber ku mixabin hejmara zarok û jinên rastî tundiyê tên her roj zêdetir dibe. Me di navbera xwe de pirsa ‘gelo em dikarin vê çiqasî baş bikin’ kir û me dest bi çavdêriyan kir. Ji ewil me lê nihêrt bê ka jin an jî zarokek keç dema rastî tundiyê tê ji ewil serî li ku dide. Ji daneyan me fêm kir ku jin nikarin xwe bigihînin edliyeyan, cih nadin îfadeyên wan ên li cem hêzên ewlekariyê û xwegihandina edaletê tê astengkirin. Lewma jî ji ewil diçin Navendên Tenduristiyê yên Malbatê (ASM). Me ferq kir ku li wir baş nayên arastekirin û di raporan de carnan xelatî derdikevin. Lewa ji bo ASM’yan me biryar da ku bi hev re xebatên zanekirinê bimeşînin. Li gorî min ev xebat gelek girîng e.”    ‘ME BERNAMEYÊN PERWERDEYÊ LI DAR XISTIN’    Burcu Şeberê got ku ew çûne gelek ASM’an û di daneyan de xuya dike ku gelek serlêdan hatine kirin. Burcu Şeberê wiha domand: “Ji ber ku ji ewil xwe digihandin binkeyên tenduristiyê û ASM’an, me bernameyên perwerdeyê xistin meriyetê. Piraniya van perwerdeyan ji bo raporkirinê bûn. Heke rapora jin û zarokên rastî tundiyê hatin baş bên amadekirin, çîroka wan rast were vegotin wê demê di mijara xwegihandina edaletê de karê wan hêsantir dibe. Ev xebatên me hêj berdewam in. Piştî van perwerdeyan encamên erênî hatin bidestxistin. Niha ji ASM’an gelek bûyer tên. Ev jî encamekî erênî ya perwerdeyan bû.”    ‘QEYÛM NAHÊLE JIN XWE BIGIHÎNIN EDALETÊ’    Bi domdarî Burcu Şeberê bi bîr xist ku qeyûm protokolên piştgiriya hiqûqî didan jinan betal kiriye û ev tişt anî ziman: “Heke dewlet ji bo xwegihandina edaletê ya jin û zarokan hewl bide, wê demê qeyûm bi kîjan hincetan van protokolan betal dike? Bi vê yekê re mixabin xwegihandina edaletê bi temamî hate sînorkirin.”   ‘DEWLET JINAN NAPARÊZE’    Parêzer Fatma Ulgen jî destnîşan kir ku ji bo nepeniyê, serlêdanên tên kirin li pergala arşîva dijîtal qeyd dikin û got: “Bi van daneyan re em hafizeyekê ava dikin. Em ê di demekî nêz de di vê mijarê de daxuyaniyekê bidin. Bi hevkarî û hevgirtinê em dikarin li dijî tundiya ser jin û zarokên keç têbikoşin. Em diçin serdana ASM’an û keyayan û tevî gelek saziyan xebatên perwerdeyê yên hevpar dikin. Ji ber ku em vê baş dizanin ku dewleta ku karê wê yê esasî parastina jina ye, polîtîkayên jinan tune dihesibîne pêş dixe. Em jî polîtîkayên li dijî vê pêş dixin û piştgiriya hiqûqî didin.”    FIHÛŞ Û TIRYAK   Fatma Ulgenê daxuyand ku li Wanê gelek mirinên biguman ên jinan çêdibin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev mirin weke întîhar tên binavkirin. Lê di xebatên xwe de em dibînin ku ev ne întîhar lê mirinên biguman in. Ji ber ku em dizanin ku li pişt mirinan gelek sedem hene. Di xebatan de em dibînin ku jin û zarokên keç neçarî fihûş û tiryakê tên kirin. Ji ber ku jinên rastî tundiya dijîtal tên nikarin xwe bigihînin mekanîzmayên hiqûqî, nizanin dê xwe çawa biparêzin. Nikarin xwe bigihînin mekanîzmayên hiqûq û edaletê. Dixwaze hevjînê xwe berde lê pergala alîkariya edlî naxebite. Dema civak û rewşên din jî li ser zêde dibin, ev yek jinê ber bi mirinê ve dibe.”