Li Silêmaniyeyê alozî: Lahûr Şêx Cengî û birayên wî hatin binçavkirin 2025-08-22 09:08:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyeyê piştî pevçûna bi saetan domiya, Serokê Berey Gelê Lahûr Şêx Cengî û birayên wî hatin binçavkirin.    Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) duh êvarê fermana binçavkirinê ji bo Serokê Eniya Gel (Berey Gel) Lahûr Şêx Cengî derxist. Duh bişev di navbera hêzên YNK’ê yên ku hewl didan bikevin Otêla Lalezarê ku Lahûr Şêx Cengî lê ye û hêzên girêdayî Lahûr Şêx Cengî de pevçûn derket.   Li gorî agahiyan piştî şer û pevçûnên dijwar yên 4 saetan, serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî hate binçavkirin.   Li gorî agahiyan bi Lahûr Şêx Cengî re, birayên wî Polad Şêx Cengî û Aso Şêx Cengî jî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê ve hatine binçavkirin.   Li gorî hinek agahiyan, birayê Lahûr, Polad Şêx Cengî bi birîndarî hatiye binçavkirin.   JI PARTIYÊ HATIBÛ DÛRXISTIN     Lahûr Şêx Cengî piştî ji YNK’ê hatî dûrxistin, partiya siyasî ya Berey Gel ava kir. Di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên di 20’ê Cotmeha 2024’an de jî 2 kursî bi dest xist.    Hinceta biryara binçavkirina Cengî heta niha jî bi awayekî fermî nehatiye ragihandin.