Li Mîlasê jinek hat qetilkirin 2025-08-23 09:50:50   ÎZMÎR - Li Mîlasê jina bi navê Kezban Sune ji aliyê B.K. ve hat qetilkirin.    Li navçeya Mîlas a Mûglayê duh êvarî Kezban Sune (43) ji aliyê mêrê bi navê B.K. (53) ve hat qetilkirin. Piştî kesên li derdorê hay pê xistin tîmên tenduristiyê û polis hatin cihê bûyerê. Polîs, hewl dan B.K. zevt bikin. Cenazeyê Kezban Suneyê jî ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Mûglayê.