Sûltan Bozkurt a li komîsyonê lê hat guhdarîkirin: Zimanê me xeta me ya sor e 2025-08-28 09:41:05 STENBOL - Ji Dayikên Aştiyê Sûltan Bozkurt ku komîsyonê axaftina wan ya bi Kurdî asteng kir, got: "Astengkirina axaftina bi Kurdî li cihekî ku pirsgirêka Kurd lê tê nîqaşkirin, li dijî felsefeya bingehîn a lêgerîna aştiyê ye. Zimanê me yê dayikê xeta me ya sor e; kes nikare wê asteng bike."    "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê" ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê hat avakirin û xebatên xwe didomîne, di 20'ê Tebaxê de guh da Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê. Serokê Komîsyonê Nûman Kurtulmuş bi hinceta rêziknameya navxweyî ya Meclisê, axaftina Dayikên Aştiyê ya bi Kurdî asteng kir. Ji dayikên ku beşdarî civîna komîsyonê bûn, Dayika Aştiyê Sûltan Bozkurtê (80) bû ku bi navê" Tirkiye" yê di nasnameya wê de bûbû rojev.    Sûltan Bozkurt, di sala 1994'an de ji ber zilm û zora dewletê ji gundê Xurs ê navçeya Qoser ya Mêrdînê bi zorê hat koçberkirin. Ew pêşî koçî Îzmîrê bû û dû re jî çû Stenbolê ku 30 sal in li wir dijî û heta 18 saliya wê jî nasnameya wê tunebû. Piştî zewacê nasnameyek wergirt û niha dayika sê zarokan e. Sûltan Bozkurt, jiyana xwe wekî "nîşaneya bi awayekî sîstematîk mexdûriyeta jinên Kurd li Tirkiyeyê" bi nav kir û got: "Jiyana min a koçber piştî zewacê bi dawî nebû. Rabûna li dijî polîtîkayên dewletê yên zilm, tundûtûjî, asîmîlasyon û komkujiyê, bû beşek ji jiyana min. Tevî her tiştî, min bi parastina jiyan, aştî û berxwedana li dijî zilmê têkoşîna xwe domand."   TÊKOŞÎNEKE AŞTIYÊ YA 28 SALAN   Sûltan Bozkurt ku di sala 1994'an de di Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) de dest bi xebata xwe ya siyasî kir, ev xebat di Komeleya Alîkarî û Hevgirtina Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) de domand û niha jî di Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya nû damezrandî de berdewam dike, got: "Ez 28 sal in ji bo aştiyê têdikoşim."   Sûltan Bozkurt a keça wê Newroz Bozkurt ji 24'ê Çileya 1999'an vir ve girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin, diyar kir ku wekî dayikek ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe, ew banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk pir bi qîmet dibîne. Sûltan Bozkurtê got: "Wekî dayikeke aştiyê, em bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin. Fikra me, avakirina aştî û jiyaneke birûmet e."   Sûltan Bozkurtê bi bîr xist ku Dayikên Aştiyê hefteya borî beşdarî civîna "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" bûne û wiha pê de çû: “Li ser navê Dayikên Aştiyê, Nezahat Teke û Rebîa Kiran hatin vexwendin. Vê vexwendinê em pir kêfxweş kir. Em bi hêviyeke mezin derketin rê. Di rê de, ez li ser qonaxa têkoşîneke 50 salî, êşên ku hatine kişandin, gundên me yên şewitî û wêrankirî, mirovên me yên winda û têkoşîna birêz Ocalan a ji bo aştiyê, ku bi salan e dîl hatiye girtin, fikirîm. Min meraq kir ku ez çawa dikarim têkoşîneke sedsalî di nav 10 deqeyên ku ji me re hatine dayîn de bi cih bikim. Her çend dilê me ji êşê tijî bû jî, em çûn bi wê baweriya bi aştiyê. Ji kêliya ku em gihîştin meclisê, me atmosfera aştiyê hîs kir. Em berê jî çûbûn meclisê, lê ev cara yekem bû ku em beşdarî komîsyonek ji bo aştiyê ya li meclisê hat damezrandin dibûn. Vê yekê hişt ku em kêfxweşiya beşdarbûna vê pêvajoya dîrokî hîs bikin."   'EM HÊVÎŞIKESTÎ VEGERIYAN'   Sûltan Bozkurtê, anî ziman ku bi hêviyeke mezin çêbûn civîna komîsyonê û hestên xwe yên di dema astengkirina axaftina wê ya bi zimanê dayikê wiha vegot: “Em bi hêviyeke mezin çûn Meclisê, lê hêviyên me pûç bûn. Ji ber ku dema em wekî Dayikên Aştiyê çûn meclisê, me diyar kir ku em ê xwe bi zimanê xwe yê zikmakî, Kurdî, îfade bikin. Hatibû gotin ku wergêrek dê were peydakirin, lê wergêr nehat peydakirin. Em bi xizmên windayan re anîn komîsyonê. Pêşî, xizmên windayan hatin guhdarîkirin. Piştre, eê axivîn. Me diyar kir ku em ê xwe bi zimanê xwe, Kurdî, çêtir îfade bikin. Lêbelê, Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, got, 'Hûn dikarin biaxivin, lê ew ê neyê tomarkirin.' Her çend ev yek hêviyên me pûç kir jî, em neçar man ku daxwazên xwe bi zimanê Tirkî bibêjin. Anku, li meclisê ku li ser çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş dihat kirin, nehiştin ku em xwe bi zimanê xwe îfade bikin û neçar man ku em bi tirkî biaxivin. Me dikarîbû vê yekê protesto bikira, lê me nekir, ji ber ku em naxwazin zirar bigihê pêvajoyê. Astengkirina daxwaza me ya axaftina bi Kurdî bi tevahî li dijî eslê pêvajoyê û felsefeya bingehîn a lêgerîna aştiyê ye. Ev yek di heman demê de mafên mirovan binpê dike. Zimanê me yê dayikê xeta me ya sor e."   Sûltan Bozkurtê bal kişand ser hewldanên berdewam ên Abdullah Ocalan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkê û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan her tim bi dilsozî û rastgoyiyeke mezin pêvajoyê dest pê dike. Lê aliyê din wisa nabîne. Piştî ku Koma Aştiyê ya yekem gihîşt Tirkiyeyê, ew hatin girtin û zindanîkirin. Her yek ji wan cezayên giran wergirtin û hin ji wan hîn jî di girtîgehê de ne. Piştre, ew kesên ku ji Xabûrê hatin hefteyek şûnde hatin girtin. Wan danûstandinên li Dolmabahçeyê jî betal kirin. Wê demê, zext li ser Komîsyona Mirovên Aqilmend hebû. Ji ber pratîkên berê yên dewletê, gel baweriya xwe bi dewletê nayne. Ji ber vê yekê, girîng e ku ev pêvajo, ku ji hêla birêz Ocalan ve cara çaremîn hatiye destpêkirin, neyê berbatkirin. Ger ew bi ser nekeve, bidestxistina aştiyê dê pir dijwar be. Ev ji bo dewletê derfetek e û divê ew wê binirxîne û tevdîrên pêwîst bigire."    'DIVÊ DEST JI ZIMANÊ HEQARETÊ BÊ BERDAN'   Sûltan Bozkurtê destnîşan kir ku zimanê şer li dijî ruhê pêvajoyê ye û divê were terikandin. Sûltan Bozkurtê ku got "Em Kurd dikarin li vî welatî her tişt bin, lê dîsa jî em nikarin bibin Kurd", wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ol, ziman û nijada mirovan wekî avantaj an dezavantaj neyê hesibandin. Ger her kes li cîhanê karibe xwe bi ziman û nasnameya xwe îfade bike, divê ev maf ji bo gelê Kurd jî hebe. Her ziman pîroz e, lê ger zimanê min di nav wan de be, ew pîroz e. Ger em rêzê li hemû zimanan bigirin, em hêvî dikin ku rêz li zimanê me jî were girtin."   Sûltan Bozkurtê diyar kir ku xebatên komîsyonê hêdî hêdî pêşve diçin, gotinên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî yên der barê axaftina Abdullah Ocalan li meclisê de bi bîr xist û wiha axivî: “Pêvajo deh meh in li wir asê maye. Ger birêz Ocalan wê pêvajoyê bi pêş ve bibe, divê ew were meclisê û biaxive, wekî Bahçelî got. Çima nayê? Lê tevdîrên pêwîst nayên girtin. Kurdan her tişta ku divê bikirana kirin, tevî şewitandina çekên xwe û ew hîn jî dikin. Divê dewlet niha gav biavêje. Wekî gava yekem, divê înfaza girtiyên nexweş ên siyasî yên li zindanan were betalkirin û ew werin berdan. Divê ev yek bi destûra bingehîn were garantîkirin."   'DIVÊ BIRÊ​Z OCALAN LI KOMÎSYONÊ BÊ GUHDARÎKIRIN'   Sûltan Bozkurtê bal kişand ser rola Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêka Kurd de û wiha domand: "Divê birêz Ocalan li komîsyonê were guhdarîkirin. Xwediyê sereke yê dozê birêz Ocalan e û divê aştî û muzakere bi wî re were kirin."   Sûltan Bozkurtê diyar kir ku şertê avakirina atmosferek demokratîk li Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Abdullah Ocalan e.    MA / Esra Solîn Dal