Kursên Kurdî dest pê dikin 2025-08-28 10:02:15   AMED - Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû ji bo qeydên kursa zimanê Kurdî yên serdema nû ku dê di 5’ê Îlonê de dest pê bikin bang kir û têkildarî zextên ser Kurdî jî got divê dewlet zextan bi dawî bike.    Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) a ku li Amedê kursên perwerdehiya Kurdî dide, dê qeydên dema nû di 5’ê Îlonê de bide destpêkirin û di 15'ê Îlonê de jî bi dawî bibin. Komeleyê hejamara polên Kurmancî û Kirmanckî yên kursên havînê derxiste 7’an. Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû, diyar kir ku wek komele ji bo pêşvebirina zimanê dixebitin û wiha axivî: “Polên me yên ku di 3 astan de didomin her yek 3 mehan didome. Kesên ku van astan xilas bikin beşdarî polên mamostetiyê dibin. Piştî xilaskirina vê astê jî dibin mamoste û di kursên me de ders didin. Em dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî hem online û hem jî rû bi rû didin. Piştî heftyekê din em ê bawernameyên kesên kurs xilas kirine, bidin.”    Azîzoglu, anî ziman ku dê qeydên dema nû di hefteya pêş de bên destpêkirin û bi pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd re eleqeya ji bo zimanê Kurdî zêde bûye û wiha pê de çû: “Em di her temenî de xwendekaran qebûl dikin. Li gorî hejmara xwendekaran am ê polan zêde bikin. Divê xebat û nêzîkatî li gorî girîngiya ziman be.”   ‘DIVÊ TAVILÊ DEWLET BI KURDÎ RE LI HEV WERE’   Azîzoglu, diyar kir dixwazin daxwazên xwe yên ji bo Kurdî ragihînin Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê û got daxwaza wan a sereke ew e ku Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Azîzoglu, destnîşan kir ku astengiya axaftina Kurdî ya Dayikên Aştiyê ji aliyê komîsyonê ve nayê qebûlkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji dêleva ku statûya Kurdî bibe xebatên esasî yên komîsyonê, komîsyonê axaftina dayikan asteg kir, ev yek nayê qebûlkirin. Em dema wek komeleyên ziman beşdarî komîsyonê bibin em ê bi Kurdî biaxivin. Dê me asteng bikin? Divê tavilê dewlet bi Kurdî re li hev were. Ziman hebûna gelekî ye, xeta sor e. Ger dewlet bi zimanê wî gelî re li hev neyê dê çawa demokrasiyê pêk bîne? Ev helwest û nêzikatiyên li dijî ziman nayên qebûlkirin. Hêvîdar im ku komîsyona careke din xetayên wiha neke.”   Azîzoglu, destnîşan kir ku ji bo Kurdî di hemû qadên jiyanê de bê axaftin berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ziman hebûna gelekî ye. Tevî dersdayîna li komeleyê, em li gund, li taxan mal bi mal digerin û ji gel qala girindiya zimanê Kurdî dikin. Divê mirov li hemerî zimanê hevûdin rêz bigire. Kurdî xeta me ya sor e. Ev ne girêdayî bi pêvajoyê ye. Ji bo vî zimanî gelê Kurd gelek berdêl dan.”    MA / Fethî Balaman