Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Îsraîl hişyar kir: Îlheqkirina Şerîaya Rojava xeta me ya sor e 2025-09-04 10:39:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, têkildarî plana îlheqkirina Şerîaya Rojava ya Îsraîlê, daxuyanî da û bertek nîşan da.    Hikûmeta Îsraîlê di 31’ê Tebaxê de civîna qebîneya ewlehiyê li dar xist. Piştî agahiyên plana îlheqkirina Şerîaya Rojava derketin holê, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî (MYE) ku endama Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, daxuyanî da.    Cîgira Wezîrê ji Karûbarên Siyasî yê Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî  Berpirsyar û Qasida Wezîrê Karên Derve Lana Nusseibeh, diyar kir ku Peymanên Îbrahîmî ji bo gelê Filistînê û ji bo daxwaza wan a dewleteke serbixwe rêyeke piştgiriyê bû û got: “Îlheqkirin, dê bibe xeta sor a hikûmetê û ev jî dê were wê wateyê ku aştiyeke mayinde çênebe. Ev yek dê zirareke mezin bide vîzyon û ruhê Peymanên Îbrahîmî, dê pêşiya fikra entegrasyona herêmî bibire û bibe banga mirinê ya çareseriya dudewletî.”