Bi milyonan xwendekar ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in 2025-09-07 09:29:49   ŞIRNEX - Saziyên ziman ên li Şirnexê bertek nîşanî bêparhiştina bi milyonan xwendekaran a ji perwerdeya bi zimanê dayikê dan û gotin ji bo avakirina civakeke demokratîk divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê yê fermî.      Serdema nû ya perwerdeyê sibe dest pê dike. Ji gelên cuda bi milyonan xwendekar dê ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar dest bi sala nû ya perwerdeyê bikin. Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê xebatan dike û Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî ku li navçeya Silopiyayê dixebite, li dijî pişaftinê, perwerdeyên xwe yên ziman, çand û hunerê didomînin.    Komeleyên Birca Belek û Cûdî Der, bertek nîşanî bêparhiştina xwendekaran a ji perwerdeya bi zimanê dayikê dan û xwestin Kurdî bibe zimanê perwerdeyê yê fermî.    Endamê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belekê Cahît Akil, diyar kir ku bi milyonan zarokên Kurd dê bi zimanekî cuda dest bi perwerdeyê bikin û got: “Ev sed sal in ev rewş didome. Ev yek ji bo gelê Kurd rewşekî zehmet e. Bi sala ye li dijî vê rewşê têkoşînek tê dayin. Komeleyên Kurdî û aktîvîst di vê çarçoveyê de têdikoşin. Wekî her sal em ê îsal jî berteka xwe ya li dijî vê rewşê nîşan bidin. Heta ku Kurdî dibe zimanê fermî yê perwerdeyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    'ÎNKAR DIDOME’     Akil, Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de bi bîr xist û wiha domand: “Vê bangê di nava civakê de rê li ber hêviyeke mezin vekir. Hêviya gel di mijarên maf, hiqûq û azadiyê de çêbûn. Lê îktîdarê gavên pêwîst neavêt. Avakirina komîsyonê ya li Meclisê girîng e. Lêbelê divê li ser zemîneke demokratîk bixebite. Nehiştin Dayikên Aştiyê bi Kurdî biaxivin. Ev jî berdewamiya polîtîkayên înkarê ne. Helwesta li dijî dayikan, polîtîkayên 100 sal in tên domandin piştrast kir. Ev, şermekî mezin e. Axaftina bi Kurdî ne toleranseke lê maf e. Lê Meclis ne xwedî wê zîhniyetê ye ku rê bide. Heke astengiyên li pêşiya Kurdî û çanda Kurdî bên rakirin, dê pirsgirêk çareser bibe. Serokê Meclisê bi siyaseta qedexeker re nîşanî her kesî da ka Kurd çima 50 sal in têdikoşin. Divê tavilê van polîtîkayan biterikînin û gavên hiqûqî biavêjin.”    Di berdewamê de Akil anî ziman ku divê şert û mercên xebatê yên azad ên Abdullah Ocalan bên avakirin û got: “Birêz Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî daxwaza aştî û azadiyê dike. Çareserî ne di înkar û bişaftinê de ye, di hevnaskirinê de ye. Heke komîsyon xwişk-biratî û demokrasiyê esas bigire, wê demê ji ewil divê hebûna gelê Kurd qebûl bike. Wê demê dikare qala xwişk-biratiyê were kirin. Gelê Kurd ev sed sal in li dijî polîtîkayên înkar, tunekirin û bişaftinê têdikoşe. Lewma kesekî nekarî Kurdan asîmîle bike. Û dê nekarin jî. Dema qala aştiyê tê kirin, divê ew berxwedana bêhempa neyê jibîrkirin. Aştî, bi berxwedanê tê. Ji bo aştiyeke birûmet em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”    'BILA SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ BÊN KIRIN’     Hevseroka Cûdî Der’ê Evîn Kulja jî bal kişand ser pêvajoya heyî û got: “Li rexekî hevdîtinên aştiyê hene û li rexa din jî siyaseta înkarê didome. Gel, fikarên xwe tîne ziman. Tiştên tên kirin, fikarên gel zêdetir dikin. Dê sibe dibistan bên vekirin û bi milyonan zarokên Kurd dê ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar bên hiştin. Serdema perwerdeyê ya nû dê dîsa bi înkarkirina Kurdî dest pê bike. Weke saziyên ziman em li bendê bûn ku ev zarok îsal bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin. Lê heta niha tu gav nehatine avêtin. Heta Kurdî nebe zimanê perwerdeyê yê fermî, em nikarin qala aştiyekê bikin. Divê Kurdî demek beriya demekê bibe zimanê perwerdeyê ye fermî û Meclis di vê mijarê de sererastkirinên qanûnî bike. Komîsyona li Meclisê li şûna qedexekirina axaftina bi Kurdî, ji bo aştiya civakî bila xwedî helwestekî van qedexe û astengiyan radike be.”    MA / Emrullah Acar