Yilmaz Hun: Girtiyên li Dumluyê li dijî binpêkirinan amadekariyên çalakiyê dikin 2025-09-07 09:44:46   ÎDIR - Wekîlê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Dumluyê bi girtiyan û rêveberiya girtîgehan re hevdîtin kir, got: “Binpêkirinên li girtîgehan, di rewşeke zirarê didin pêvajoya avakirina civaka demokratîk de ne.”     Zextên ser girtiyan her ku diçe zêdetir dibin. Wekîlên DEM Partiyê, têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Ewlekariya Bilind ên Dumlu ya Erziromê, bi rayedaran û girtiyan re hevdîtin kirin. Wekîlê Îdirê Yilmaz Hun ku di hevdîtinê de cih digirt, têkildarî hevdîtinê axivî.    Hun, diyar kir ku di çarçoveya giliyên girtiyan û malbatên wan de çûne serdana girtîgehê û got: “Têkildarî tiştên li girtîgehê diqewimin me agahî girtin. Bi taybet jî li Girtîgeha Hejmar 1 a Dumluyê di nêzikatiyên xebatkaran de pirsgirêkên cidî hatin tespîtkirin. Bi destpêkirina pêvajoya heyî re helwesta xebatkarên girtîgehan ên li dijî girtiyan jî guherîn. Di demên berê de jî heman gilî dihatin kirin lê hate gotin ku piştî destpêkirina pêvajoyê miamele hêj xerabtir bû. Girtiyan ji me re gotin ku xebatkarên girtîgehê xerab nêzî wan dibin, gotinên nexweş dikin û mafên wan ên civakî asteng dikin.”    MAFÊ TEDAWIYÊ TÊ ASTENGKIRIN   Bi domdarî Hun got ku mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin û wiha pê de çû: “Nahêlin girtiyên nexweş xwe bigihînin bijîşkan. Her çend dereng jî be, girtiyên dibin cem bijîşkan jî kelemçeyê lê ferz dikin. Her wiha lêgerîna nava dev lê ferz dikn. Dema dibin qadên din ên hundirê girtîgehê jî bi hûr û kûr li ser wan lêgerînê dikin. Pêlavên wan derdixînin. Hêj dema derketina hewşê bi dawî nebûyî, tîmên gardiyanan ên jê re dibêjin ‘robokop’ bi awayekî keyfî qada hewşê digirin. Dema girtî dixwazin mafên xwe bi kar bînin jî wê demê tundî lê tê kirin. Sepanên bandoreke neyînî li jiyana girtiyan dikin di meriyetê de ne. Girtî, li dijî van binpêkirinan serî li îdareya girtîgehê, Wezareta Dadê û dozgeriya girtîgehê didin lê ev daxwaznameyên wan bêencam dimînin. Girtî amadekariyan dikin ku li dijî vê dest bi greva birçîbûnê bikin.”     ‘DIVÊ AŞTÎ BANDORÊ LI HEMÛ SAZIYAN BIKE’    Hun, axaftina xwe wiha qedand: “Rewşa girtîgehan, nîşan dide ka welatek çiqas hiqûq lê heye û demokratîk e. Divê civakîbûna aştiyê bandorê li hemû saziyan bike. Bi taybet jî hiqûq. Hiqûq yekser bandorê li girtîgehan dike. Heke li welatekî hiqûq tune be, mirov nikare behsa demokrasiyê bike. Di halê hazir de rewşa li girtîgehan xerabtir dibe. Yek ji mînakên ve Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ne. Ev sazî, bi hincetên cuda nahêlin girtî bên berdan. Ev lijne xwe dixe şûna dadgehê û tehliyeyan asetng dike û neheqiyê dike. Her wiha cezayên disiplînê yên keyfî hene. Dema girtî daxwaza mafên xwe dikin jî cezayên disiplînê didin wan. Binpêkirinên li girtîgehan, zirarê dide pêvajoya avakirina civaka demokratîk. Divê bi taybet jî girtîgeh biguherin. Ji bo vê jî divê dewlet yekser vegere hiqûqê.”    MA  / Omer Akin