Roja Çapemeniya Azad hate pîrozkirin: Bi têkoşîna xwe hûn bûn bîra gel 2025-09-06 23:11:56 AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di şahiya Roja Çapemeniya Azad de axivî û got: “Dewlet ji kamera û pênûsa we ditirse.” Bayindir, bal kişand ser rola Çapemeniya Azad û bedelên hatine dayin.  Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), bi boneya 6’ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad, li Qonaxa Cemîl Paşa ya li navçeya Sûra Amedê bi dirûşma “Çapemeniya Azad Civaka Demokratîk” şahî li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, hevşaredarên bajar û navçeyên Amedê, nûnerên saziyên sivîl, rêveberên saziyên sivîl ên civakî, gelek rojnameger û malbatên rojnamegeran tev li şeva Roja Çapemeniya Azad bûn. Pirozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Bi destpêkirina axaftinan wêneyên rojnamegerên ku hatine qetilkirin wek slayt hatin nîşandan.   Seroka MKG’ê Roza Metînayê di şahiyê de bal kişand ser dîrok û rola Çapemeniya Azad û bi bîr xist ku ji demên derbeyê heya niha bê navber li ber xwe da. Roza Metînayê diyar kir ku ji 6’ê Îlona 1978’an bi çapkirina Kovara Serxwebûnê re îro wek Roja Çapemeniya Azad tê d3îtin û got: “Bila ev roj bibe sedema civakekî azad û demokratîk. Em vê şahiya xwe diyarî vê rojê dikin û em ê tu caran bi pênûs û kamerayên xwe ve paş de gav neavêjin Em ê mîrateya Gurbetellî, Nazim, Gulistan û hemû hevalên xwe derkevin û keda wan li erdê nehêlin.”   Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Kesîra Onen jî diyar kir ku her pêvajoya Çapemeniya Azad bi berdelên mezin derbas bû û got: “Em bi saya van berdêlan li vê derê ne. Em ê vê tu caran ji bîr nekin. Hêj ji ev zext û sansura li ser çapemeniyê berdewam dike. Heke pêvajoyek hebe dê ev pêvajo bi Çapemeniya Azad pêk were.”   Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî li ser kevneşopiya Çapemeniya Azad sekinî û ev roj li hemû rojnamegeran pîroz kir. Bayindir, anî ziman ku desthilat herî zêde ji kamera û pênûsa Çapemeniya Azad ditirse û got: “Îro, Çapemeniya Azad bûye meşaleya azadiyê. Çapemeniya Azad, bûye hafizeya têkoşîna azadiyê.”   Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun jî ev roj li hemû rojnamegeran pîroz kir û got ku Çapemeniya Azad bû dengê rastiyê, bû dengê dayikekê, bû dengê zarokan.    Şahî, bi stranên hunermend Kasim Taşdogan berdewam kir. Şahî, bi gerandina govendên li ber kemençeyê bi dawî bû.