Ji IPPNW Swîsreyê nameya ‘mafê hêviyê’: Divê tavilê bikeve meriyetê 2025-09-14 12:03:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnertiya IPPNW’ê ya Swîsreyê bang kir ku ji bo cîbicîkirina “Mafê hêviyê” zext li Tirkiyeyê were kirin û bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.    Ji Yekitiya Navneteweyî ya Doktorên Pêşîgirtina li Şerê Nukleerî (IPPNW) ku sala 1985’an Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt; Serokê wê yê Nûnertiya Swîsreyê Dr. Beppe Savary-Biroli û ji nûnerên saziyê Marianne Kursteiner li ser “mafê hêviyê” nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Ignazio Cassis, endamên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û Nûnera Daîmî ya Konseya Ewropayê ya Swîsreyê Claude Wild re şand.   Di nameyê de fikarên heyî hatin destnîşankirin, ji ber ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih nayîne û îşaret bi girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.    Name wiha ye:    “Bi navê beşa Swîsreyê ya Yekitiya Navneteweyî ya Bijîşkên Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê (IPPNW) ku sala 1985’an Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtiye, em dixwazin ragihînin ku gelekî bi fikar in; ji ber ku Tirkiye têkildarî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî bi bi taybetî jî yê di doza Abdullah Ocalan de, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi israr bi cih nîne.   TIRKIYE LI GORÎ SOZÊN DANE TEVNAGERE   Dadgehê di sala 2014’an de hikûm dabû ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî heke ji derfeta jinûve nirxandinê bêpar be, ev yek binpêkirina xala 3’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Komîteya Wezîran di Îlona 2024’an de salek dem dabû Tirkiyeyê ku van biryaran bi cih bîne û guhertinên qanûnî yên pêwîst bike. Lê belê hikûmeta Tirk di daxuyaniya xwe ya herî dawî de ragihand ku ew bicihanîna ‘Mafê Hêviyê’ red dike ku ev yek ji bo dewleteke endamê Konseya Ewropayê tê wateya binpêkirina sozên ku dane.   JI BO ROJHILATA NAVÎN HÊVÎ YE   Her wiha em dixwazin destnîşan bikin ku birêz Abdullah Ocalan beriya demeke kurt ji bo bidawîkirina şerê gerîla bangeke dîrokî kir, fesixkirina PKK’ê ragihand û pêşniyara aştiyê li Tirkiyeyê kir. Berdana wî dikare pêvajoyeke welê li Rojhilata Navîn bide destpêkirin ku dişibe dînamîka lihevkirinê û hêviyê ya weke berdana Nelson Mandela ya li Efrîkaya Başûr.   Ji ber vê yekê em bang li Komîteya Wezîran dikin ku hemû tedbîrên pêwîst werbigire, ji bo Tirkiyeyê neçar bihêle ku biryaran bi cih bîne. Ev mesele ne tenê ji bo mafên mirovan ên mehkûman di heman demê de pêwendiya vê meseleyê bi yekparebûn û baweriya bi sazî û Konseya Ewropayê jî heye.   DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ TAVILÊ BI CIH BÊ ANÎN   Em bijîşk bi taybetî aliyê mirovî destnîşan dikin; tecrîd û bêhêvîtiya bi dehan salan şêweyekî kiryara li dijî mirovahiyê bû rehm e. Divê tavilê bê bidawîkirin. Ji ber vê yekê em bi rêzdarî ji we dixwazin; ji bo Tirkiye bi taybetî di bûyera Abdullah Ocalan de tavilê ‘Mafê Hêviyê’ bi cih bîne, rewşa wî ya girtîbûnê di ber çavan re derbas bike û şert û mercên berdana wî biafirîne, bi biryardarî tevbigerin.”