Çalakiya Belucan di meha 3’yan de didome 2025-09-14 15:43:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya malbatên Beluc ku bi daxwaza berdana lîderên BYC’ê û aşkerakirina aqûbeta Belucên bi darê zorê hatine windakirin hatiye destpêkirin, di meha 3’yemîn de didome.    Malbatên Beluc, bi daxwaza berdana lîderên Komîteya Yakjehtî Beluc (BYC) û bidawîkirina windakirinên bi darê zorê yên li Belucistanê li paytexta Pakistanê Îslamabadê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Çalakî, di meha 3’yemîn de didome.    Li gorî parvekirina hesabê X’ê ku endamên malbatên lîderên BYC’ê bi kar tînin, çalakiya rûniştinê ya aştiyane 61 roj li pey xwe hişt. Di parvekirinê de wiha hate gotin: “Dayik, keç, zarok û kal û pîr tevî şertên nebaş ên hewayê, baranên zêde, tava germ jî xwe li ber bêdengiya mezin a rayedarên îktîdarê girtin. Ne hikûmet ne jî medyaya navendî ew cisaret di xwe de nedîtin ku guh bidin qêrînên wan ên edaletê. Tevî xemsariyê jî malbatan xwe li ser pêyan girt.”