Xwebûn bi manşeta ‘Vegerin welatê xwe’ derket 2025-09-22 11:21:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya nû de bi manşeta “Vegerin welatê xwe” derket.    Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 301’emîn de cih da banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Kurdên koçî derveyî welat kirin û bi manşeta “Vegerin welatê xwe” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojname, di manşeta xwe de desnîşan dike ku Abdullah Ocalan di peyama xwe de bal kişandiye ser koçberên ku berê xwe dane Ewropa û derveyî welat û jê xwestiye vegerin welatê xwe.     Nivîskar Mizgîn Ronak, Adar Jiyan, Daxistan Payçû, Felemez Ulug, Hesen Huseyîn Denîz, Medenî Ferho, Ramazan Olçen, Prof. Dr. Abdûlîllah Polat, Sîesta Mîlano, Mehmet Şahîn, Dildarê Amedê û Mehmet Akdogan bi nivîsên xwe di vê hefteyê de di rojnameyê de cih girtin.    Bi nûçe û analîzên xwe bi dosya û nivîsên xwe rojnameyê ji mijarên jinan heta yên siyasî, polîtîk, çandî, ziman, wêje, qerf û civakî gelek mijarên girîng pêşkeşî xwînerên xwe kiriye.