Li Pasûrê li dijî talanê mitîng: Em bi hev re jiyanê biparêzin 2025-10-06 15:53:18 AMED - Li Pasûrê li dijî talankirina xwezayê bi pêşengtiya Platforma Parastina Zozana Hesendînê mitîng hat lidarxistin. Di mitîngê de banga têkoşîna rêxistinkirî hat kirin.    Li navçeya Pasûrê ya Amedê bi pêşengtiya Platforma Parastina Zozana Hesendînê ya Pasûrê û bi dirûşma “Em ê nehêlin hewa, av û xaka me were tunekirin” mitîng hat lidarxistin. Hevşaredar, rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên ekolojiyê û bi sedan kes tev li mitîngê bûn. Di mitîngê de dirûşmên “Bijî berxwedana xwezayê” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Her wiha beşdaran dovîzên “Qirkirina xwezayê qirkirina gel e”, “Na ji talankirina xwezayê re”, “Em ê destûrê nedin tunekirina xwezaya xwe” û “Çemê Zorê yê me ye” hatin berzkirin.    Hevşaredarê Pasûrê Mûrat Îpek, diyar kir ku çiya, av, kevir, çîçek, ajal û xwezaya navçeyê di hedefa dijminên xwezayê de ye û got ku dê li dijî vê têkoşîneke birêxistinkirî bimeşînin.    LI DIJÎ TALANÊ TÊKOŞÎNA RÊXISTINKIRÎ   Endamê Meclisa Ekolojojiyê Necdet Sezgîn jî got: “Yek bihostek a axa me nîne ku em bidin talanê. Bila talankerên hatine vê derê baş bizanin; ev der qadekî jiyanê ya gel e. Em ê destûrê nedin ev qad were tunekirin. Em ê bi hev re têbikoşin û xwedî li nirx, çand, huner û xwezaya xwe derkevin. Geliyê Godernê, Gavgas, Pîran, Licê, Hesendîn, Zorê û deverên din di hedefa talankeran de ne. Kesek nikare xwe li ber têkoşîna gel bigire. Lewma divê em têkoşîneke rêxistinkirî bimeşînin. Parastina xwezayê parastina jiyanê ye. Em bi vê zanebûnê bi hev re jiyanê biparêzin.”    BI TALANKIRINA XWEZAYÊ KOÇBERÎ TÊ FERZKIRIN    Cîgira Seroka Baroya Amedê Şîlan Çelîk jî da zanîn ku xelkê herêmê di salên 90’î de bi darê zorê hate koçkirin û got: “Heman polîtîkaya koçberkirinê îro bi qirkirina xwezayê di meriyetê de ye.” Hevserokê Yekitiya Şaredariyan a Başûrrojhilat (GABB) Siraç Çelîk jî got ku tê xwestin av, ax û qadên wan ên jiyanê bên tunekirin, hafizeya wan were tunekirin û herêm ji mirovan bê xalîkirin. Çelîk, li dijî talanê banga têkoşîneke hevpar kir.    Hevserokê DEM Partiyê ya Amedê Abbas Şahîn jî destnîşan kir ku di şerê zêdetirî 40 salan de gelek kes hatin qetilkirin, xwezaya hate tunekirin û niha jîdi bin navê lêgerîna madenan de qadên jiyanê tên tunekirin. Şahîn, got ku dê xwe birêxistin bikin û destûrê nedin vê talanê.    Mitîng, bi konserê bi dawî bû.