Ji bo mitînga Êlihê bang: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadê bin 2025-10-07 09:04:39   ÊLIH - Siyasetmedarên ku banga mitînga "Civaka Demokratîk û Aştiyê" ya ku dê di 12'ê Cotmehê de li Êlihê bê lidarxistin kirin, gotin: "Armanca mitînga me azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan û pêkanîna tavilê biryara 'mafê hêviyê' ya DMME'yê ye."   Platforma Saziyên Demokratîk dê di 12'ê Cotmehê de li Xaçerêya Dortyol a li navenda Êlihê mitînga "Civaka Demokratîk û Aştiyê" li dar bixe. Endamên Platformê banga beşdarbûna mitîngê kirin.   Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Havva Canê diyar kir ku ev mitîng dê ji bo pêkanîna "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin. Hava Canê bang li tevahiya gelê kir û got: "Divê em pabendbûna xwe ya ji bo xurtkirina destê birêz Abdullah Ocalan di siyaseta Tirkiyeyê de nîşan bidin. Em ê Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku birêz Abdullah Ocalan pêşkêş kir wekî rêberê xwe qebûl bikin û vê paradîgmayê di her aliyê jiyana xwe de bicîh bînin. Gelê kurd, li ku derê be jî, divê rola xwe bilîze." Havva Canê anî ziman ku gelê kurd li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê dîrokê dinivîse û got: "Ji bo gelê kurd pêvajoyeke dîrokî dimeşe. Ji ber vê yekê, çareseriya vê pirsgirêkê bi birêz Ocalan re ye. Ev mitîng ji bo me di vî warî de pir girîng e. Werin em wê rojê li qadê bin û bi yek dengî banga xwe ya ji bo aştî û demokrasiyê dubare bikin. Wekî gelê kurd, em amade ne ku rola xwe bilîzin. Em amade ne ku ji bo aştiyeke birûmet bijîn. Wekî partiyên siyasî, em ê berî her tiştî li qadan bin da ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê xwe azad bikin."   ‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ BÊ PÊKANÎN'   Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Êlihê Azad Esîn diyar kir ku "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan serdemeke nû daye destpêkirin. Esîn got: "Armanca mitînga me ew e ku azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan û pêkanîna bilez a biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser 'mafê hêviyê' ye. Ji ber vê yekê, em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga ku em ê di 12'ê Cotmehê de li dar bixin."   'TECRÎD DIDOME’   Hevserokê navçeya navendaî ya DEM Partiyê Nurullah Mermertaş diyar kir ku Abdullah Ocalan berpirsiyariyeke dîrokî girtiye ser xwe û banga beşdariyeke xurt li mitînga 12'ê Cotmehê kir û got: "Armanca me ji lidarxistina vê mitîngê ew e ku em bi hev re civakeke demokratîk ava bikin û aştiya ku her kes dixwaze bînin. Wekî din, ew ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan e ku di tecrîdê de ye û vegera wî ya nava gelê xwe. Ji ber vê yekê, beşdarbûna vê mitîngê ji bo me pir girîng e."   'ARMANCA AZADIYA ABDULLAH OCALAN E'   Hevserokê Navçeya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Acar bang kir û got: "Werin em ji Êlihê ji bo pêşeroja gelê kurd û gelên Rojhilata Navînê ji bo aştiyê bibin bersiv. Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan û ji bo girtiyên siyasî."    Hevseroka DBP'ê yê Êlihê Mehdiye Demîrê der barê mitîngê de wiha got: "Em hemû gelê xwe, tevî gund û navçeyan, vedixwînin ku di mitînga xwe ya herêmî ku em ê ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehan de, bi taybetî jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar bixin, dengê xwe bilind bikin."