Tulay Hatîmogûllari: Aştî dê rê li ber avakirina Komara Demokratîk veke 2025-10-07 12:38:52 ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku aştî dikare deriyê avakirina Komara Demokratîk heta dawiyê veke û got: “Demokrasî ne karekî rêveberiyê ye. Avakirina jiyaneke wekhev û pêkvejiyanê bi xwe ye.”     Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di civîna koma partiya xwe de li Meclisê axivî. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşiyayîn jî tev li bûn. Tulay Hatîmogûllari, di destpêka axaftina xwe de bi xêr hatin û spasiya jinên heta Enqereyê meşiyan û Dayikên Aştiyê kir û got: “We îro jî li Enqereyê peyamên pir xurt dan. Bila Meclis, siyaset û tevahiya civakê dengê jinan û têkoşîna wan a aştî, azadî û wekheviyê bibihîse.”   LI BENDA ÇARESERIYÊN PIRSGIRÊKAN E   Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku Tirkiye bi pirsgirêkên piralî yên li benda çareseriyê rû bi rû ye û got: “Daraza bêedalet, rejîma qeyûm, êrişên ser şaredariyên muxalîf, zextên ser ziman, çand, huner, xizanî, cînayetên jinan, bêkarî û hwd. çendek ji van pirsgirêkan e. Mecliseke van pirsgirêkan nabîne tê wê wateyê ku sedema hebûna xwe ji bîr kiriye. Peywira siyasetê ew e ku hemû pirsgirêkên civak tê de xitimî ye çareser bike.”    SEDSALA DUYEMÎN   Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku hewceye Meclis berpirsyartiya xwe ya dîrokî ya têkildarî debar, edalet, aştî, demokrasî û azadiyê de bicih bîne û wiha pê de çû: “Ji bo van mijaran divê Meclis bi şev û roj bixebite. Em dizanin ku aştî, rûmeta civakê ye. Û dê bibe mezintirîn diyariya Komara Demokratîk. Tişta ku dê deriyên Komara Demokratîk heta dawiyê veke, aştî ye. Demokrasî ne rêveberiyek e. Jiyaneke wekhev û pêkvejiyan bi xwe ye. Aborî ne tenê ji reqeman pêk tê. Jiyana kesên pariyê nanê wan kêm dibe, ciwanên bêkar û jinên keda wan nayê dîtin bi xwe ye.”    ‘CIVAK LI BENDA GAVÊN ŞÊNBER E’   Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari ev tişt anî ziman: “Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd par Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Piştî vê bangê jî PKK’ê kongreya xwe civand û biryara fesixkirina xwe da. Piştre jî di 11’ê Tîrmehê de li Silêmaniyeyê komeke PKK’î ya ji 30 kesan pêk dihat merasîma şewitandina çekan li dar xist û ji bo cîbicîkirina aştiyê peyameke pir xurt dan. Û ji par heta niha hema hema pevçûn qet çênebûn, partiyên siyasî bi hev re bêhtir diyalog pêş xistin û ev jî destkeftiyeke mezin e. Bi vê yekê re careke din aşkera bû ka çiqas bi lezgînî pêdivî bi aştiyê heye. Komîsyona di bin sîwana TBMM’ê de hatiye avakirin jî xebatên gelek biqîmet kir. Rast e. Lêbelê civak li benda gavên şênber e. Divê em bi hev re firsendê nedin kesên dixwazin vê ava rawestiyeyî şolî bikin.”    ‘JI BER KU GAVÊN ŞÊNBER NEHATIN AVÊTIN BAWERIYA CIVAKÊ XURT NEBÛ’    Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku di hevdîtinên wan bi gel û rêxistinên civaka sivîl de daxwaza herî zêde derketî pêş ew bû ku dewlet gavên şênber biavêje û got: “Her kes ji dil û can aştiyê dixwaze. Ji ber ku gavên şênber nehatin avêtin, baweriyeke xurt di nava civakê de ava nebû. Her ku ji bo çareseriyê gav tên avêtin dê ev pirsên di serê gel de jî ji holê rabin. Wê demê civak dê bêhtir xwedî li pêvajoyê derkeve. Yek ji mijara ku baweriyê qels dike jî operasyonên li dijî muxalefetê ne. Ji bo civakîbûna aştiyê em jî dixwazin ev operasyon tavilê bên bidawîkirin. Em bang li muxalefetê jî dikin ku ji bo aştiyê bêhtir berpirsyartiyê li xwe bigirin.”    ‘OCALAN Û TEVGERA XWE RÊ LI BER QONAXEKE MEZIN VEKIRIN’    Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bi bîr xist ku Komîsyona li Meclisê heta niha 13 civîn li dar xistiye û got: “Li gelek kesan hate guhdarîkirin. Piraniya wan jî xwestin pirsgirêka Kurd were çareserkirin û di mijara mafên demokratîk û hemwelatiya wekhev de gavên hiqûqî bên avêtin. Niha pirsa esasî ev e; gelo dê îktîdar û dewlet ji bo aştiyê kengî bikevin nava tevgerê? Divê neyê jibîrkirin ku birêz Ocalan û tevgera xwe bi gavên avêtin re rê li ber vekirin ku qonaxeke pir mezin were derbaskirin. Bi avakirina komîsyonê re jî qonaxeke din jî hate derbaskirin. Êdî dema derbaskirina qonaxa siyasî û hiqûqî ye. Ji bo entegrasyona demokratîk pêdivî bi yasayên demokratîk heye. Divê komîsyon demek beriya demekî li birêz Ocalan guhdarî bike.    DIYALOGA BI ÎMRALIYÊ RE JI BO ZEMÎNA HIQÛQÎ GAVA HERÎ DIYARKER E    Jixwe birêz Ocalan dibêje; ‘Heke komîsyon were ez ê pêvajoya muzakereyên demokratîk bidim destpêkirin.’ Dê bibe mifteya aştiyê jî muxatab jî aktor jî. Wekî di mînakên cîhanê de jî tê dîtin, diyalogeke yekser a bi Îmraliyê re, ji bo avakirina zemîna hiqûqî gava herî diyarker e ku dê çekan bêdeng bike. Ji bo vê jî em dixwazin Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş înîstiyatîfê li xw bigire. Ev ne tercîheke şexsî ye. Pêwîstiyeke ji ber lezgînbûna aştiyê ye. Em li bendê ne ku komîsyon bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike û ji bo derbaskirina qonaxeke din sûdewer be. Her ku saziya siyasetê bibiryar tevdigere, piştgiriya gel jî dê zêdetir be.    MAFÊ HÊVIYÊ DIVÊ TAVILÊ BIXIN ROJEVA XWE    Du roj piştre, 27’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî birêz Ocalan e. Banga 27’ê Sibatê, bû gava herî xurt a valaderxistina komploya 9’ê Cotmehê. Birêz Ocalan, 27 salan bênavber çareserî û aştî parastin û hêj diparêze. Divê mafê hêviyê yê birêz Ocalan were naskirin. Mafê hêviyê ne xaleke hiqûqê ya jirêzê ye. Yek ji rêgezên navendî yê hiqûqa gerdûnî ye. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17’ê Îlonê de biryara xwe ya têkildarî mafê hêviyê aşkera kirin. Her wiha bendewariya xwe ya di vê mijarê de ya ji Komîsyona li Meclisê jî anî ziman. Ev biryareke pir girîng e û divê teqez bi awayekî cidî bersiv jê re bê dayin. Hûn nikarin cezayê heta mirinê di girtîgehê de be bidin kesekî û piştre jî mifteyê biavêjin behrê. Pêvajoyên aştiya civakî, bi fikirîna nû, bi jinûvesererastkirinan û bi xwedîderketina vê perspektîfê dibe. Divê tavilê mijara sererastkirina mafê hêviyê bixin rojeva xwe.”    ‘DGIRTIYÊN JI DOZA KOBANÊ BERDIN’    Di berdewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser girtiyên Doza Kobanê û biryarên DMME’yê bi bîr xist. Tulay Hatîmogûllariyê got ku DMME’yê cara 3’yemîn biryara berdana Selahattîn Demîrtaş daye û got: “Ev biryar dê di 8’ê Cotmehê de teqez bibe. Cîbicîkirina vê biryarê, dayina şensekî ya ji bo aştî û demokrasiyê ye. Divê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên di Doza Kobanê de bên berdan.”    ‘RÊVEBERIYA XWESER BÛ HÊVÎ’   Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari daxuyand ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî otorîterîtî, navendîbûna nêrza û hwd. bû modeleke mînak ku hêviyê dide û wiha pê de çû: “Bo modela xwe ya azadiya jinê, sekûlerîzm, pirnetewe, pirçandî û pêkvejiyanê dikare qedera tevahiya herêmê biguherîne. Hewceye ev model were lêkolînkirin, piştgirî jê re were dayin û were cîbicîkirin. Dema em van tiştan diaxivin, komên girêdayî rêveberiya Şamê duh heta niha êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dikin. Ev tax hatine dorpêçkirin û êriş li sivîlan tên kirin. Ev êriş, provokasyoneke mezin e. Divê ev êriş û dorpêç tavilê bi dawî bibin. Divê bi Kurdan re muzakereyan bikin. Lihevkirin dê bi Sûriyeyê bide qezenckirin, şer dê bide windakirin.   BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ TU CARAN NEBÛ XETERE    Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu caran ji bo Tirkiyeyê nebû gefek. Berevajî vê, divê weke xaka aştî û xwişk-biratî lê aj bide were dîtin. Gelê Rojava dibêje ku li hemberî hev rêzgir bin, diyalog û rêveberiya xwecihî. Ev yek dê gelên Tirkiyeyê xurt bike û modela civaka demokratîk e. Lewma jî diyaloga Tirkiyeyê ya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bandoreke erênî ava bike û bi her kesî bide qezenckirin.    HER GAV JI BO AZADÎ, AŞTÎ Û WEKHEVIYÊ HATE AVÊTIN    Fînala meşa ‘Em bi hêvî ber bi azadiye ve dimeşin’ îro bi daxuyaniyeke li pêşiya Girtîgeha Sîncanê û bi daxuyaniya li Guven Parkê domiya. Her gava hatiye avêtin ji bo azadî, aştî û wekheviyê hate avêtin. Ji bo jin êdî neyên qetilkirin, neyên hejarkirin, keda wan neyê xwarin û zimanê wan neyê qedexekirin hate avêtin. Ji bo rakirina astengiyên li pêşiya aştiya birûmet a vî welatî hatin avêtin. Ji bo cîbicîkirina mafê hêviyê yê aktorê sereke yê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk birêzOcalan hate avêtin. Ji bo birêz Ocalan di şertên azad û wekhev de bikare rola xwe bilîze hate avêtin.”