Temellî: Divê zemîna muzakereyê ya Ocalan behsa wê dike bê avakirin 2025-10-08 11:53:20 ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, got: “Divê zemîna muzakereya ku birêz Ocalan binê wê xêz dike bi biryardarî were avakirin.”    Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, têkildarî pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin axivî. Temellî, diyar kir ku pêdiviya siyaseta demokratîk bi muzakereyan heye û got: “Ji bo vê jî divê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin. Aktorê sereke yê pêvajoyê û sermuzakerevan, birêz Abdullah Ocalan e. Wekî birêz Ocalan jî got, di hevdîtinên berê de meseleya mijûlkirinê me jiya. Komîsyonê li derdorên cuda guhdarî kir lê divê ne bi vê rêbazê bûya.”    ‘GUHDARÎKIRINÊ FERASETA MIJÛLKIRINÊ DERXIST HOLÊ’      Temellî, got ku rêbaza guhdarîkirinê bi demekî dirêj hate vehêlandin û ev tişt anî ziman: “Vê rêbazê bi xwe feraseta mijûlkirinê derxist holê. Lê komîsyonê dikariya vê bi destê komîsyonên jêr an jî mekanîzmayên cuda bikira. Ev hevdîtin girîng bûn lê diviya li ser meseleya esasî bihata sekinandin û ji bo avakirina zemîna muzakereyên demokratîk xebat dabûna pêşiya xwe. Vê dê bikira ku xebat leztir pêş bikevin. Jixwe birêz Ocalan jî bi vê boneyê rexne dike. Ji ber ku amadekariyên wî yên pir girîng hene. Pir girîng e ku ev amadekarî tavilê bi komîsyonê re bên parvekirin, muzakere bên kirin û derfeta muzakereyên domdar bên avakirin. Ev gelek girîng e.”    'DIVÊ ZEMÎNEKE MUZAKERAYÊN BIBIRYAR HEBIN’     Temellî, daxuyand ku pir girîng e ku komîsyon biçe Îmraliyê û wiha pê de çû: “Ev serdan dê bibe qonaxeke girîng. Derfeta serdanê heye. Wekî birêz Ocalan jî gotiye divê niha zemîna muzakereyan bibiryardarî bê avakirin. Ji banga birêz Ocalan a 27’ê Sibatê ve ku digot ‘Ez stratejiya siyaseta demokratîk dixim meriyetê’, hewce bû pêdiviya bi muzakera siyaseta demokratîk bihata pêşwazîkirin. Ev jî bi wê pêkan e ku bi wî re zemîneke muzakereyê ya bitendurist were avakirin. Bêguman muzakereya navxweyî ya li Meclisê jî girîng e. Divê ew muzakere bi Ocalan re bê meşandin.”    'GELEK DERDOR DIXWAZIN BIÇIN GIRAVÊ’     Bi domdarî Temellî, destnîşan kir ku divê daxwazên Abdullah Ocalan tavilê bên cîbicikirin û hatin û çûnên Îmraliyê jî êdî bi rêk û pêk bên. Temellî, got: “Bi rastî jî gelek derdor dixwazin biçin Îmraliyê. Dixwazin hem fikrên Ocalan hîn bibin hem jî fikrên xwe parve bikin. Yên dixwazin fêm bikin hene. Lê divê ji ewil komîsyon biçe. Ji bo pêvajo bimeşe divê sererastkirin bên kirin. Birêz Ocalan niha dibêje ku pêdivî bi yasayên serdema navberê û misogeriyên hiqûqî heye. Got ku ji bo vê amadekariyên wî hene û divê têkildarî sererastkirinan bi komîsyonê re hevdîtinê bike. Em niha di vê qonaxê de ne û divê tavilê bikeve meriyetê. Girêdayî van hevdîtinan, Meclis jî mecbûr e ku mekanîzmayên demokratîk ên rê li ber misogeriyên hiqûqî û sererastkirinên yasayî vedike bixe meriyetê.”    'DIVÊ LINGÊ EWIL A PÊVAJOYÊ MAFÊ HÊVIYÊ BE’     Di berdewamê de Temellî got ku divê du lingên esasî yên pêvajoyê hebin û anî ziman ku paketên darazê û sererastkirina yasayên înfazê dikare lez bidin pêvajoyê û wiha pê de çû: “Bi van sererastkirinên yasayî re dikare mafê hêviyê were cîbicîkirin. Bi vê yekê re dê binpêkirina muebbeda girankirî jî bi dawî bibe. Lingê duyemîn ê pêvajoyê jî dikare bibe misogeriya hiqûqî ya ji bo vegerê ya di çarçoveya çekberdanê de. Ji bo ev kes bikarin vegerin û tev li siyasetê bibin, divê mekanîzmayeke demokratîk hebe. Berdana çekan, misogeriya hiqûqî û beşdariya siyasî, ev tevek girêdayî hev in. Ev dê çawa bibe hewceye bernameya vê were diyarkirin. Divê Meclis û avadaniyên îdarî êdî xwe li gorî rewşa nû saz bikin. Ji ber ku em derbasî serdemeke nû dibin. Bi nêzikatiya berê nabe. Em niha di astekê de ne û bi rastî jî divê em lez bidin, cidî bin û jidil bin.”    'POLÎTÎKAYA DERVE JI RASYONALÎTEYÊ DÛR E’     Temellî, daxuyand ku polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê ji rasyonalîteyê dûr e û sedema vê jî Sûriye ye. Temellî, got ku stratejiya Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn pir xelet e û sedema wê wiha vegot: “Divê ji ewil xwe ji vê xelas bike. Tirkiye êdî mecbûr e bi stratejiyeke rast nêzî Sûriyeyê bibe. A rast ev yekser girêdayî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Armanca senaryoya Kurdan li Sûriyeyê gef dibîne pir cuda ye. Mîna feraseta her tiştekî weke teror dibîne. Vê nêzikatiyê Tirkiye têk bir. Bingeha hemû krîzan e. Xelasiya ji vê polîtîkaya derve jî bi nêzikatiya neteweya demokratîk pêkan e. Ji bo aştî û demokratîkbûna li her çar parçeyên Kurdistanê, divê statuya gelê Kurd hebe, bikare tev li jiyana demokratîk bibe û di pêvajoyên biryardayinê de cih bigirein. Demokratîkbûna Sûriyeyê dê bandorê li Tirkiyeyê bike û aştiya li Tirkiyeyê jî bandorê li Sûriyeyê bike.”    'HER KES ÇARESERIYEKE LI SER ZEMÎNA DEMOKRATÎK DAXWAZ DIKE’     Temellî, anî ziman ku beşeke mezin a civakê piştgiriyê dide pêvajoyê û axaftina xwe wiha qedand: “Yanî her kes dixwaze pirsgirêk li ser zemîneke demokratîk were çareserkirin. Hat dîtin ku çareseriya demokratîk, tekane vebijêrk e. Ev rêyeke dirêj e. Lêbelê divê em bibiryar bin.”    MA / Omer Gungor