Şahidê Komkujiya Garê: DAIŞ’ê komkujî kir lê berpirsyartî ya dewletê bû 2025-10-10 12:10:46   WAN -  Yek ji şahidên Komkujiya Gar a Enqereyê Sînan Ok diyar kir ku komkujî ji hêla DAIŞ’ê ve hate kirin lêbelê berpirsyartî li ser milê dewletê bû.    Di 10’ê Cotmeha sala 2015’an de DAIŞ’ê êrişî mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li pêşiya Gara Trenê ya Enqereyê dihat lidarxistin, kir. Di êrişê de 104 kes hatin qetilirin. Bi sr komkujiyê re 10 sal derbas bûn. Ji şahidên komkujiyê Sînan Ok, bi bîr xist ku komkujî di “Pêvajoya aştiyê” de di demeke agirbesta di navbera PKK û dewletê bi dawî bû de hatiye kirin û wan jî bi daketina qadan xwestine hewldanên ji bo aştiyê bidomînin. Ok, got ku dê di roja mitîngê de PKK’ê dîsa agirbest ragihanda û li Tirkiyeyê jî dê alîgirên demokrasiyê di wê mitîngê de daxwazên xwe bianîna ziman.    Di berdewamê de Ok da zanîn ku ji bo rageşiya heyî bi dawî bibe weke KESK, DÎSK, TTB, TMMOB’ê wan dest bi xebatan kiribûn û gelek kesên piştgirî didan hewldanên aştiyê ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatibûn Enqereyê. Ok, got: “Di saetên serê sibehê de me li ber dirûşma ‘Bila şer bisekinin pêvajoya aştiyê bidome’ govend digerand. Daxwaza me ya herî mezin jî avakirina civakeke demokratîk bû. Gelên Tirk û Kurd daxwaza aştiyê dikirin. Lê mixabin fikrên tarî, destên tarî li wir komkujî kir.”    'YA GIRAN NE TENÊ KOMKUJÎ BÛ’   Ok, bal kişand ser sepanên polîsan ên piştî komkujiyê û ev tişt anî ziman: “Tişta giran ne tenê komkujî bû. Nêzikatiya civak û dewletê jî em pir êşandin. Ez li wir bûm şahidê komkujiyê. Hêz, sazî û wezîrên dewletê xwedî feraseta ‘Yên mirîn Kurd in zêde guh nedenê, gelek ser nesekinin’ bûn. Di dema teqînê de bi sedan kes birîndar bûn û wê demê yek ambulans jî nehat. Mirovan xwestin bi derfetên xwe birîndaran bibin lê polîsan bi gazê êriş kirin. Komên tenduristiyê nebûn û ji ber mudaxileya polîsan gelek hevalên me yên birîndar jiyana xwe ji dest dan. Hevalên me yên ji komkujiyê filîtîn û hevalên me yên birîndar rizgar kirin jî tevek ketin bin zexta dewletê û ji kar hatin avêtin. Komkujî komkujiya DAIŞ’ê bû lê berpirsyartî ya dewletê bû. Lêbelê di dadgehê de dewletê tu tiştek nekir.”    'YÊN KOMKUJÎ KIRIN TÊKILIYÊN WAN BI MÎT’Ê RE HEBÛN’    Ok, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêzên dewletê rêya komkujiyê vekirin. Ev kesên komkujî kirin ji berê ve dihatin zanîn û têkiliya wan bi MÎT’ê re hebû. Ev hatin îspatkirin. Ez vê komkujiyê weke şerê du zîhniyetan dibînim. Aliyekî dixwest civaka demokratîk ava bike û ya din jî bi temamî tarî ye. Ev şer hêj didome û di vî şerî de her tim aliyê aştîxwaz û azadîparêz bi ser dikeve. Di demên berê de jî pêvajoyên aştiyê hebûn. Heke yek ji wan bi ser keta ev komkujî çênedibû. Têkçûna pêvajoyên wiha, baweriya mirov tune dike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan niha pêvajoyeke aştiyê ya nû da destpêkirin. Hêzên dewletê jî li gorî pêvajoyên berê niha baştir nêz dibin. Em jî dixwazin ev pêvajo bi ser keve û pirsgirêka Kurd çareser bibe. Bi Komkujiya 10’ê Cotmehê re di esasê xwe de Kurd hedef hatin girtin. Bi pêvajoya nû re divê ev komkujî bên ronîkirin.”    'DIVÊ DEWLET BERPIRSYARTIYÊ LI XWE BIGIRE’    Ok, bi lêv kir ku bi ser komkujiyê re 10 sal derbas bûn lê hêj jî Tirkiyeyê tu berpirsyartî li xwe negirtiye û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê dev ji vê komkujiyê bernedin û heta edalet pêk tê em ê têbikoşin. Divê mafên birîndaran û malbatên zarokên xwe winda kirin bên parastin û ji wan lêborîn were xwestin. Hevalên me yên di bandora komkujiyê de mane, yên dest û lingên xwe winda kirin hene. Divê dewlet û saziyên wê di vê mijarê de li berpirsyartiya xwe rabe.”