Li Efrînê du welatî hatin revandin 2025-10-12 16:29:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên bi navên Sebrî Nasan û hevjîna wî Zeyneb Nasan li Efrînê ji hêla komên paramîlîter ên dewleta Tirk ve hatin revandin.    Binpêkirinên dermirovî yên komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li Efrînê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; welatiyê bi navê Sebrî Mecîd Nasan û hevjîna wî Zeyneb Nasan ên li gundê Rotenlî yê navçeya Mabatayê dijiyan, di 11’ê Cotmehê de ji hêla van komên paramîlîter ve hatin revandin. Komên paramîlîter di serdegirtina malê de mala welatiyan jî talan kirin.    Aqûbeta her du welatiyan jî nayê zanîn.