Îsraîlê nêzî 2 hezar girtiyên filistînî berdan 2025-10-13 20:55:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê ragihand ku di çarçoveya peymana agirbesta li Xezayê de nêzî 2 hezar girtiyên Filistînî berdane. Hemasê jî ragihand ku ji nav girtiyên hatine berdan kesên ku cezaya hetahetayî li wan hatibûn birîn hene.   Îsraîlê ragihand ku di çarçoveya peymana agirbestê ya li Xezayê de nêzî hezar û 969 filistînî hatine berdan. Ev yek piştî ku Ketîbeyên El Qesam ên girêdayî Tevgera Hemasê tevahî dîlgirtiyên Îsraîlê yên sax di çarçoveya qonaxa destpêkê ya plana Trump de berdan, pêk hat.   Nivîsgeha Ragihandinê ya Dîlgirtiyan jî daxuyand ku 154 Dîlgirtiyên filistînê yên ku Îsraîlê berdane, gihîştine Filistînê.   Li gorî daxuyaniya nivîsgehê, ji girtiyên ku hatine berdan kesên cezaya hetahetayî li wan hatibûn birîn ku ew jî endamên komên çekdar ên filistînê ne, hene.