Bahçelî: Ji bo me ya esas daxuyaniya 27’ê Sibatê ya Îmraliyê ye 2025-10-14 13:54:05 ENQERE - Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, têkildarî pêvajoyê axivî û got: “Ji bo me ji bilî daxuyaniya di 27’ê Sibatê de ya Îmraliyê, hukmê tu gotin, teklîf û nirxandinên nîne. Ji bo ya esas, daxuyaniya 27’ê Sibatê ya rêberê damezirîner e.”    Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de axivî. Bahçelî, bal kişand ser pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û got: “Hedefa me ya ji vê pêvajoyê, hedefeke exlaqî ye.” Bahçelî, got ku hemfikirî û hevkariya siyasetê mecbûriyeteke.    Bahçelî, bi domdarî got: “Pêkan e ku rageşiyên kronîk ên siyasî, manewî, çandî bên berterefkirin. Hewldanên me ji bo vê ye. Berxwedana li dijî manîpulasyonên îdeolojîk, sekna li hemberî pêşdaraziyên her tim zindî tên hiştin, ji ewil divê pirsgirêka hevpar a siyasetê be.”    'BILA CEMXANE WEKE PERESTGEH BÊN TESCÎLKIRIN’    Di berdewamê de Bahçelî pirsa “Ma bi eslê xwe em hemû ne misilman in?” kir û got: “Ma ev êş û azarên me kişandin bes nînin?  Ma xeletfêmkirina hev û hukmên em der heqê hev de didin bes nînin? Hewceye hemû astengiyên li pêşiya tescîlkirina perestgehiya cemxaneyan bên rakirin û di vê mijarê de em îradeyeke wêrek raber bikin. Divê rêz ji xwişk-birayên me yên Elewî yên cemxaneyan weke perestgeh dibînin were girtin.”    'BANGA ÎMRALIYÊ JI BO ME ESAS E’   Bahçelî, got ku xebatên komîsyona li Meclisê ber bi dawiyê ve tên û ev tişt anî ziman: “Divê em ji helwestên bêpirsyarî û sûcdarkirinê dûr bisekinin. Divê were zanîn ku her tiştek ji bo Tirkiyeyê ye. Dema me behr derbas kir hewce nake em xwe di rûbarî de bixeniqînin. Dê tu feydeya vê bo kesekî nebe. Yên xwe ji vê daxwaz û armancê dûr digirin, hem ji hêla exlaqî ve hem jî ji hêla dîrokî, wijdanî û siyasî ve bi encamên giran rû bi rû bimînin. Ji bilî daxuyaniya 27’ê Sibatê ya Îmraliyê, tu hukmê gotin, tez, teklîf û nirxandinan ji bo me nîne. Ji bo me ya esas, daxuyaniya 27’ê Sibatê ya rêberê damezirîner e. Her kesên li ser vê esasê dimeşe, mirovên biaqil in.”