Ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan: Bila kiryar bên dîtin 2025-10-16 15:42:37 AMED -  Piştî meşa ku ji bo Rojîn Kabaîşê hat lidaxistin, xwişka wê Elîf Kabaîş axivî û bang kir ku divê kiryar bên dîtin.   Ji bo ronîkirina mirina biguman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê, li Amedê meş hat lidarxistin. Endamên malbata Rojîn Kabaîşê, partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tevli meşê bûn. Girseya li pêşiya avahiya Qeymeqamtiya Rezanê kom bû, ber bi Goristana Yenîkoyê ve meşiya û pankarta "Bibe dengê Rojînê", "em bi hev re xurt in, em ji bo Rojînê li vir in vekir. Bênavber dirûşmeyên "jin jiyan azadî", "maf, hiqûq, edalet" hatin berzkirin.   'XWE NEKUŞT'   Piştî meşê axaftin hatin kirin. Hevala Rojîn Kabaîşê Cemîle Eray axivî û bertek nîşanê îdiayên xwekuştinê da û got: “Xeyalên Rojînê hebûn, keseke ku ji jiyanê hez dikir bû. Zanîngeh qezenc kir û ji bo zanîngehê çû wir. Gotin întîxare. Lê em dizanin ku Rojînê întîxar nekiriye, hatiye qetilkirin.”   Cemîle Eray, helbesta ku ji bo Rojîn Kabaîşê nivîsîbû xwend.   Piştre Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Suzan Îşbîlen axivî. Sûzan Îşbîlenê bal kişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê û ot da zanîn ku hemû kesên ku serê dosyayê digirin divê li ber darazê hesab bidin.   Xwişka Rojîn Kabaîşê, Elîf Kabaîş jî destnîşan kir ku divê berpirs bên darizandin û got: “Me salek berê xwişka min xist bin axê. Agirê wê roj bi roj mezin bû. Waliyê Wanê û rektor ketin ambulansê û gotin 'keça we xwe kuştiye'. Rektor ket odeya otopsiyê. Çi karê te di odeya otopsiyê de heye. Hûn çi vedişêrin. Rapora DNA’yê 9 mehan veşartin. Çima veşartin? Yên ketin odeya otopsiyê, yên gotin întîxar kiriye, yên kamera girtin bila bên darizandin. Hemû kesên ku xeyalên xwişka min tune kirin bila bên darizandin. Bila edalet pêk bê. Êdî bes e.”   Piştî axaftinan, qurnefîl li ser gora Rojîn Kabaîşê hatin danîn û çalakî bi dirûşmaya "jin jiyan azadî" bi dawî bû.