Ciwanên Edene, Wan û Agiriyê ber bi Amedê ve bi rê ketin 2025-10-18 13:23:48   NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwan ji Edene, Wan û ji Agiriyê ji bo tev li meşa “Bi Rêberê Azadiyê re ber bi jiyana azad” a ku dê ji aliyê Platforma Ciwanên Welatparêz ên Demokratîk li Amedê bê lidarxistin, bibin ber bi Amedê ve bi rê ketin.   Ciwanên Edeneyê ji bo tev li meşa “Bi Rêberê Azadiyê re ber bi jiyana azad” ya ku ji aliyê Platforma Ciwanên Welatparêz ên Demokratîk bibin, ji Edeneyê ber bi Amedê ve bi rê ketin. Ciwanên ku danê sibê li Navenda Çan û Huner a Yaşar Kemal a Şaredariya Seyhanê, li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Yuregîrê û li taxa Kuçukkirim a Ceyhanê civiyan, ber bi Amedê ve bi rê ketin.   Ciwana bi navê Devran Şîmşek a ku li taxa Kuçukkirimê berî birêketinê axivî, diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd jiyanî ye û ev tişt got: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger ne azadiya me ya fîzîkî, ne ya fikrî ne jî ya ruhî dê mîsoger bibe. Ger hûn ji bo aştiyeke mayînde gav biavêjin dê wê demê xweşk-biratiya gelan bi serkeve.”   Piştî axaftinê ciwan ber bi Amedê ve ketin rê.   WAN    Ciwanên ku li Parka Musa Anter a li Wanê civiyan, li vir daxuyanî dan. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan û hevşaredarên navçeyan ji bo piştgiriyê li parkê kom bûn.    Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Adem Yilmaz, metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser giringiya meşê. Adem Yilmaz, diyar kir ku dîrok dê îro li Amedê wijdana hevpar a gel, careke din bi berxwedanê binivîse. Adem Yilmaz, bi lêv kir ku ev meş ne tenê beşdarbûneke fîzîkî ye, ew meşeke gel a ji bo azadiyê, li dijî polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û dîlgirtinê yên bi dehan salan e û got: “Ev meş ne dengê bêdengiyê ye, lê dengê berxwedanê ye. Ev meş îlankirina îradeyê ye ku ne tenê niha lê di heman demê de teşe dide pêşerojê jî. Îro em diqîrin. Em li sûrên Amedê bi Rêber Apo re dicivin. Ew sûrên kevnar şahidiya dîrok, berxwedan û fedakariya gel kirin. Niha, ew sûr bi banga azadiyê ya ku dilê bi milyonan mirovan dihejîne deng vedidin. Îro, sûrên Amedê ne tenê dîwarekî kevirî ne, ew sembola meşa me ya ber bi azadiyê ve ne, dilê berxwedana me ne.”   Di berdewamiyê de Adem Yilmaz, da zanîn ku ew dizanin azadî ne bi axaftinê, lê bi berxwedanê tê bidestxistin û wiha domand: “Ji ber vê yekê, em dibêjin; îro, her gavek a li Amedê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê avêtin, agirê hesreta ku di dilê bi milyonan mirovan de dişewite, gurtir dike. Tecrîda mutleq a li ser Rêberê me yê li Îmraliyê ji 25 salan zêdetir hewldanek e ku ne tenê îradeya kesekî, lê belê îradeya tevahiya gelekî tê kelepçekirin. Tiştê ku dê van kelepçeyan bişkîne hêza rêxistinkirî ya gel, wêrekiya jinan, hêrsa ciwanan û rêhevaltiya me ya fedakar e.”     Piştî daxuyaniyê, ciwan bi dirûşmeyên weke “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Ciwan fedaiyên Serok Apo ne” li otobûsan siwar bûn û bi rê ketin.   AGIRÎ   Ciwanên Agiriyê, ji bo tev li meşa “Bi Rêberê Azadiyê re ber bi jiyana azad”  û “Nobeda Edaletê” ya ku dê li Amedê bê lidarxistin, bibin ber bi Amedê ve bi rê ketin. Ciwanên ku di danê sibê de li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Agiriyê civiyan û bi def û bi sirûdên “Berxwedana Mazlûm e”, “Serhildan serê çiya” ve ber bi Amedê bi rê ketin.