Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e 2025-12-13 11:20:07   ÊLIH - Welatiyên Êlihê diyar kirin ku daxwaza wan a sereke û bingehîn azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û gotin: "Kevoka aştiyê bi baskekî nikare bifire; pêdivî bi baskekî din jî heye."   Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hat destpêkirin, li gelek bajaran Civînên Aştî û Civaka Demokratîk tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de, welatiyên ku beşdarî civîna ku ji hêla Saziyên Demokratîk ên li Êlihê hat lidarxistin bûn, diyar kirin ku beramberî gavên ku Tevgera Azadiya Kurd avêtine, divê dewlet jî ji bo serketina pêvajoyê gavan bavêje.   Welatiyan daxwazên xwe yên der barê ziman, çand û nasnameyê de rêz kirin, destnîşan kirin ku daxwaza wan a herî bingehîn û sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Welatiyan tekez kirin ku Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo cîhanê jî derfetek e û diyar kirin ku divê ev derfet bi aqilane were bikaranîn. Welatiyan got: "Kevoka aştiyê bi baskekî nikare bifire. Pêdivî bi baskekî din jî heye. Di nav Kurdan de cidiyet û samîmiyet heye. Dewlet bi vê samîmiyet û cidiyetê nêzîk nabe. Ji ber vê yekê fikarên her kesî hene."   Welatiyan her wiha piştgiriya xwe ji bo banga Abdullah Ocalan a ji bo aştî û civakeke demokratîk tekez kirin.   MA / Rûkiye Payîz Adiguzel - Ozan Bayindir