Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû 2025-12-15 12:49:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Îro saet di 12.20’ê de li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû.    Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD), li ser malpera xwe ya înternetê ragihand ku îro saet di 12.20’ê de li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû. Di daxuyaniyê de hate gotin ku navenda erdhejê navçeya Antakyayê bû û bajarên li derdorê jî hejiyane.