Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn 2025-12-15 15:31:15 MÊRDÎN - Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Berfîn Nûrhaq û endama YJA Starê Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn.    Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Hanim Xanê Demîr (Berfîn Nûrhaq) û endama YJA Starê Încî Sumbul (Sema Roza) ku di 13’ê Kanûna 2021’ê de li qada Garê ya Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn, li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn.    Bîranîn, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê, li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrdînê hat lidarxistin. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre jî dirûşmên "Şehîd namirin" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.    Hevseroka MEBYA-DER’ê ya Mêrdînê Makbûle Okmen di bîranînê de axivî û got ku têkoşîna jinên Kurd ji bo jinên cîhanê bûye mînak. Makbûlê Okmenê, da zanîn ku dê bîranîna Berfîn Nûrhaqê û Sema Rozayê bidin jiyîn û têkoşîna wan mezin bikin. Piştî axaftinan, sînevîzyoneke der heqê Berfîn Nûrhaq û Sema Rozayê de hate pêşandan. Bîranîn, bi dirûşman bi dawî bû.    'SERKEFTIN DÊ YA JINÊN AZAD BE’   Li Amedê jî bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê bîranîn hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek kes tev li bûn. Bîranîn; bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî sînevîzyonek hate pêşandan. Hevseroka MEBYA-DER’ê Gurbet Sevîktek di bîranînê de axivî û ev tişt anî ziman: “Em ê xwedî li bîranînên wan derkevin. Heta ku têkoşîna jinan bi ser dikeve em ê têkoşîna xwe bidomînin û têkoşîna hevalên me dê her tim ji bo me bibe mînak. Em jin dê her tim bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ xwedî li vê mîrateyê derkevin û têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin.”    Aktîvîsta Tevgara Jinên Azad (TJA) Emîne Caynakê jî got: “Têkoşîna jinê êdî hatiye ber qeraxê azadiyê. Em ê felsefeya jina azad, civaka azad a hevalên Berfîn û Semayê bi ser bixin. Serkeftin a jinên azad e, serkeftin a Rêber Apo ye.”    Bîranîn, bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.