Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef 2025-12-16 14:34:15 SÊRT - Li gorî rapora ÎHD'ê, li Girtîgeha Tîpa T ya Êlihê, dermanên girtiyên nexweş an qet nayên dayîn an jî bi derengî tên dayîn û muayeneyên bi kelemçe û lêgerîna li hundirê dev berdewam dikin û yên ku qebûl nakin jî bi zext û gefan re rû bi rû dimînin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Sêrtê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan a 10-17'ê Kanûnê de raporek li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa T ya Êlihê weşand. Daxuyani lı avahıya komeleyê hat dayin. Rêvebera Şaxa ÎHD'ê Nezahat Celenê raporê eşkere kir. Nezahet Celenê diyar kir ku girtî nikarin mafên xwe bi kar bînin û rêvebirên girtîgehan li dijî peymanên navneteweyî û rêziknameyên destura bingehîn tevnadgerin û ev yek jî der barê pergala girtîgehan de bêbaweriyek cidî çêdike.   Nezahat Celenê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emin Çam (73) ê li Girtîgeha Tîpa T ya Êlihê û got: "Milê wî yê çepê felc bûye û 5 sal in di girtîgehê de ye. Ji ber gelek nexweşiyên ku pê re hene, rojane 20 kapsul derman bi kar tîne. Li girtîgehê du caran krîza dil derbas kiriye, li milê wî yê çepê felc bûye û nikare di girtîgehê de bimîne, lê dîsa jî Saziya Tiba Edlî (ATK) raporek da û got 'ew dikare di girtîgehê de bimîne' û hat îdîakirin ku paşê bi gumana nexweşiya tuberkulozê ew şandine nexweşxaneyê."   REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ   Nezahat Celenê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Tahir Atak û got,: "Tahir Atak, girtiyê 84 salî yê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Êlihê, tevî temenê xwe yê mezin jî di girtîgehê de tê girtin û ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên heyî nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên sereke û takekesî bi cih bîne. Bi rastî, dema ku me serdana wî kir, bi zelalî xuya bû ku ew bi tevahî tevgera xwe winda kiriye û bi kursiya bitekerlek di hundirê girtîgehê de tê veguhastin. Di hevdîtinên me yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Êlihê de, hat gotin ku derman bi berdewamî dereng tên dayîn an jî qet nayên dayîn, muayene bi kelemçe tên kirin û lêgerîna li hundirê dev tê ferzkirin û yên vê qebûl nakin jî bi zext û gefan re rû bi rû dimînin û di revîrê de ji bilî doşekekê tu alavên bijîşkî tune ne."   Nezahat Celenê ragihand ku di her du pêşnûmeqanûnên der barê bicîhanîna cezayan de ku di nav salê de hatine pêşkêşkirin, tu guhertinek di Qanûna Înfazê de tune ne û got: "Bi heman awayî, mafên berdana şertî ya gelek girtiyan di girtîgehan de bi biryarên kêfî û subjektîf ên Linjeya Îdare û Çavdêriyê bi salan tên dirêjkirin. Ev pratîk ku di raya giştî de wekî 'şewitandina înfazê' tê binavkirin, bûye rêbazeke duyemîn û kêfî ya cezakirinê."