‘Hevrûbûn û rêzgirtina li miriyan ji bo mayindebûna aştiyê girîng e’ 2025-12-18 10:26:24 ÎZMÎR - Endama Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan Burcu Çelîk Ozkan, diyar kir ku ji bo mayindebûn û civakîbûna aştiyê divê li ser dîroka erdnîgariyê û bîra cih were axaftin û got: “Em dixwazin pêvajoya aştiyê veguherînin firsendekê û hevdîtinên ser bingeha maf bidomînin.”    Di qedexeyên derketina kolanan ên di navbera 2015-2016’an ên li bakurê Kurdistanê de gelek kes hatin qetilkirin. Definkirina cenazeyên sivîlên hatibûn qetilkirin bi rojan hate astengkirin, destûr nehat dayin wecîbeyên olî bên kirin û sepanên derhiqûqî û dermirovî hatin ferzkirin. Hakan Arslan, di pevçûnên navçeya Sûrê ya Amedê de jiyana xwe ji dest da û hestiyên wî di qutiyekê de radestî bavê wî hatin kirin. Her wiha hestiyên Agît Îpek ku li Dêrsimê di pevçûekê de jiyana xwe ji dest dabû, di qutiyekê de radestî dayika wî Halîse Aksoy hatin kirin. Bi heman awayî li dijî cenazeyên gerîlayên HPG û YJA Starê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane jî êriş hatin kirin. Destûr nehat dayin wecîbeyên olî bên bicihanîn, destûr dan ku tenê du sê kes tev li definkirinê bibin, şîn hatin astengkirin, nehiştin kes biçe serdana şînên malbatan. Ev sepan, tenê çendek ji wan sepanan bûn ku hem ji hêla wijdanî ve hem jî exlaqî ve bandoreke giran li ser civakê kir.    Înîsiyatîfa Rêzgirtina ji Miriyan re û Edaletê ku di vê çarçoveyê de li Stenbol, Mêrdîn û Mûşê panel li dar xist, niha jî amadekariyan dike ku li Herêma Egeyê panelan li dar bixe.    Endama Înîsiyatîfê parêzer Burcu Çelîk Ozkan, têkildarî rêzgirtina li miriyan û mafên şîn û definkirinê yên di avakirina aştiyê de axivî.    Burcu Çelîk Ozkanê, diyar kir ku dema li mînakên pêvajoyên çareseriyê yên cîhanê dinihêrin, dibînin ku yek ji mijara herî girîng jî hevrûbûna bi mirin û cenazeyan re ye û got: “Lewma jî pêvajoya heyî pêvajoyeke gelek biqîmet e. Ji bo mayindebûn û civakîbûna aştiyê, hewceye li ser dîroka erdnîgariyê û bîra cih were axaftin. Ji bo civakîbûna aştiyê yek ji gavên herî girîng ew e ku dîroka hatiye jiyîn dîsa bê bibîrxistin. Di vê çarçoveyê de rêzgirtina li miriyan, hevrûbûna bi heqîqeta mirinê re, parastina mafên malbatê, derxistinaholê ya binpêkirinên mafan û axaftina van a bi aştiyê re gelek biqîmet e. Bi qasî ji destê me tê em hewl didin li her devera Tirkiyeyê bi vê perspektîfê xwe bigihînin malbatan. Weke înîstiyatîf em hewl didin xwe bigihînin derdorên midaxile li miriyên wan hatiye kirin, nekarîna êşa xwe bijîn. Ji ber ku li gorî me parçeyeke girîng a aştiyê ye.”    HALÎSE AKSOY Û ALÎ RIZA ARSLAN   Burcu Çelîk Ozkanê, panela li Mûşê bi bîr xist û da zanîn ku Halîse Aksoy û Alî Riza Arslan jî weke axêver tev li bûne û axaftinên wan rê li ber kêliyên hestiyar vekirine. Burcu Çelîk Ozkanê got: “Lê divê em li ser mafan biaxivin. Em behsa malbatên ku bi salan zarokên xwe nedîtin, yên cenazeyên wan dermirovî hatine radestkirin û her kêlî li wan veguherandina îşkenceyê dikin.”    'DIVÊ DÎROKA HESTIYAR NEKEVE PÊŞIYA DÎROKA AKADEMÎK’    Burcu Çelîk Ozkanê got ku gelek malbatên heman tiştên Halîse Aksoy û Alî Riza Arslan jiyane û ev tişt anî ziman: “Mînakeke me ya weke Newala Qesaban heye. Dîroka li vê derê li holê ye. Lê rayedarên wê derê heta demekî nêz berê ew der ber îmarê vekirin. Ev, hewldana tunekirina hafizeyekê ye. Dixwazin bidin jibîrkirin. Lê îtîraza me ya li dijî wir xurt bû û bawerim biryara îmarê ya wir hatiye betalkirin. Têkoşînên kolektîf, encamgir in. Di panela li Mûşê de hat gotin ku goreke ku hestiyên gelek kesan tê de ne li Deşta Mûşê ye. Lê cihê behsa wê tê kirin niha tu şopên gorê lê tune ne. Bi vî awayî jî, mixabin dîroka hestiyar dikeve pêşiya dîroka akademîk. Li cihên dîroka hestiyar esas tê girtin jî hewl didin tiştên hatine jiyîn veşêrin. Lê em jî hewl didin bi xebatên xwe li ser vê heqîqetê biaxivin, bîrê zindî bihêlin û ji vî alî ve rêzgirtina li miriyan derxin astekî girîng.”    PANELA LI ÎZMÎRÊ   Burcu Çelîk Ozkanê, têkildarî panela li Îzmîrê jî got ku li bajêr hêj şopên xelkê Rum hene, miameleya li dijî penaberan, binpêkirinên li dijî cenazeyên wan, binpêkirinên li dijî jin, zarok û gelê Kurd ên li vê derê. Burcu Çelîk Ozkanê, da zanîn ku xebatên wan encamên baş digire û dê di rojên pêş de paneleke xurt li dar bixin. Burcu Çelîk Ozkanê, axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin pêvajoya aştiyê ya heyî veguherînin firsendekê û hevdîtinên xwe ên li ser bingeha maf, bidomînin. Hêvîdarim daxwazên me pêk bên.”    MA / Can Kirbaş