Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê hat revandin û îşkencekirin 2025-12-18 14:55:04   WAN - Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê Enes Sezgîn, di şeva 16’ê Kanûnê de li navenda Wanê ji hêla 7 kesên rûyê xwe girtin ve hate revandin. Sezgîn ku revandin derveyî bajêr, li wir hate îşkencekirin û piştre gefa terikandina bajar lê hate xwarin.    Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Enes Sezgîn, di 16’ê Kanûnê de li navenda Wanê li pişt Wan AVM’ê ji hêla kesên ser û çavên wan girtî ve bi wesayîteke transporterê ve hate revandin. Kesên Sezgîn revandin derveyî bajêr, îşkence lê kirin û gef lê xwarin ku bajêr biterikîne. Piştre jî Sezgîn li devereke vala ya li derveyî bajêr bi tenê hate hiştin.    Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, ji bo protestokirina vê rewşê, li Kolana Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de “bi vîna ciwantî em diparêzin aştî” hat hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana ciwanan” û “Zext nikarin me bitirsînin” hatin berzkirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, hevserok û rêveberên DBP û DEM Partiyê yên Wanê, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.   ‘KONTRA HEWL DIDIN DÎSA DERKEVIN’   Endamê Meclisa Ciwanan Adem Yilmaz metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” zêdetirî saleke didome lê kontrayên ku di kodên damezrandina komarê de veşartî ne, careke din hewl didin ji nû ve derkevin. Yilmaz, got: “Ev kontra, bûn sedema sedsalek xwînrijandin, hêsir û wêrankirinê. Ev hêz hewl didin ku bi heman polîtîkayan sedsaleke din bidomin. Revandin, îşkencekirin û hewldanên sîxuriyê yên ji hêla kesên bimaske ve li navendên bajaran, bi şêwaza salên 1990’an vê rewşê piştrast dikin.”   ‘EV HEWLDAN DÊ PÊVAJOYÊ TÊK BIBIN’   Yilmaz, destnîşan kir ku ji destpêka pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve polîtîkayên şerê taybet ên wekî sîxurî, çavdêriya fizîkî, şopandina wesayîtan û tacîza devkî zêde bûne û wiha pê de çû: “Çavdêrî û tacîza bênavber a ku bi mehan e berdewam dike, mezintir dibe. Wekî din, polîtîkayên ku li girtîgehan li ser girtiyên siyasî têne sepandin da ku wan neçar bikin ku teslîm bibin, yek ji hewldanên herî girîng e ku vê pêvajoyê têk bibe. Serkeftina vê pêvajoyê, bi demokratîkkirina komarê, bi azadkirina xwe ji komên kontra, bi derxistina qanûnên azadiyê û bi azadkirina Rêber Apo pêkan e. Gelê Kurd, ciwanên Kurd û jinên Kurd dê bi çanda berxwedanê ya bi hezaran salan têkoşîna xwe bidomînin. Em dizanin ku armanca kontrayan yên ku piştî gelek salan ji nû ve derketine holê, têkbirina pêvajoyê, afirandina nakokiyan û astengkirina pêşveçûna aştiyê ye. Em diyar dikin ku em ê têkoşîna li dijî çete û kontrayan berfireh bikin, em ê pêvajoya aştî û civaka demokratîk bînin ji bo hemû gelan.”   ‘KOMA KONTRA TESPÎT BIKIN’   Bi domdarî Yilmaz bi lêv kir ku ew bi biryar in ku xwe bêhtir birêxistin bikin, bi berfirehkirina têkoşîna xwe li dijî revandin û gefên kuştinê yên di demên dawî de bisekinin û tevî gel siyaseta zext û tundîtûjiyê pûç bikin. Yilmaz, got ku giliyên qanûnî yên pêwîst hatine kirin û got: “Heke dewlet der barê vê pêvajoya aştiyê de jidil be, divê di zûtirîn demê de van komên kontra neasayî tespît bike û tevdîrên pêwîst bigire.”   ‘HATIM REVANDIN Û ÎŞKENCEKIRIN’   Enes Sezgîn ê ku hatibû revandin jî di daxuyaniyê de axivî û bûyer vegot. Sezgîn, da zanîn ku di 16’ê mehê saet derdora 20.00’an li pişt Wan AVMê’ 6-7 kesên ser û çavên wan girtî ew bi zorê li transpotereke gewr siwar kirine û birine cihekî nediyar. Sezgîn, anî ziman ku van kesan gef li wî xwarine û got: “Bi zorê ez li wesayîtê siwar kirim û îşkence li min kirin. Ji min re gotin ku heke ez ji Wanê neçim ew ê min bikûjin û heqaret û çêrên zayendî li min kirin. Ez birim cihekî ji malan dûr û li wir bi deqeyan ez di nav berfê de kaş kirim. Dû re ez birim cihekî din û li wir jî îşkence li min kirin û ez li wir hiştim û çûn. Lê ev zext û gefên wan vala ne, em ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bernedin. Divê ev kes bên dîtin û lêpirsîn li ser wan vebe. Ez jî dê ji aliyê hiqûqî ve hemû serlêdanên xwe bikim.”   ‘EM Ê WANÊ NETERIKÎNIN’   Sezgîn bi domdarî, got: “Ev kesên rûyê wan girtî, ji bo kê dixebitin û ez bi fermana kê hatim revandin? Ev ciwan bi fermana kê tên şopandin? Divê bersiva van pirsan bê dayîn. Ger ew di pêvajoya ku salek e berdewam dike de jidil bin, divê ev kom ji holê bên rakirin. Ev kom ew kes in ku hewl didin azadiya gelê Kurd asteng bikin, înkar û îmhaya xwe ferz dikin. Kî were bila were, em bi biryar in ku rêxistina xwe biparêzin. Ger ew di pêvajoya aştiyê de jidil bin, divê ew dawî li hebûna vê komê bînin. Entegrasyona demokratîk bi faşîzmê re çênabe. Em ê teslîmî vê têgihîştina ku li derveyî pêvajoyê ye û înkar û îmhayê ferz dike nebin. Em ne Wanê û ne jî axa xwe terk dikin, ne jî ji azadiya xwe gavekê paşve diavêjin. Em ê ji her demê bêtir azadiya xwe biparêzin.”   ‘ÇETE ÊRIŞÎ CIWANAN DIKIN’   Herî dawî Hevseroka DBP’ê ya Wanê Gonul Ûzûnay axivî û diyar kir ku di hemû partiyên siyasî de Meclisên ciwanan hene û xebatên xwe dimeşînin. Gonul Ûzûnayê anî ziman ku DEM Partî jî yek ji van partiyan e û got: “Çawa ku di salên 90’î de êriş li gelê me dikirin, niha jî bi heman hişmendiyê êrişê Meclisên me yên ciwanan dikin. Dixwazin vîna ciwanan bişkînin û di şexsê ciwanan de civakê jî zeft bikin. Divê herkes bizane ku civakeke demokratîk bi ciwanên zana û xwende tê avakirin. Niha bi banga rêzdar Ocalan pêvajoyek hatiye destpêkirin, lê ev çeteyên kontra bi hewldanên dijhiqûqî û mirovahî êrişî ciwanên me dikin. Ciwan bi salan e ji sekna xwe tawîz nadin û têkoşîna xwe mezintir dikin. Ev êrişên we ne bi ciwanan, ne bi jinan ne jî bi gelê Kurd paşve gav nade avêtin. Ev êriş berxwedan û têkoşîna ciwanên ku xwe li ser bingeha demokrasiyê rêxsitin dikin, xurt dike.”   Daxuyanî, bi dirûşmên “Bijî Serok Apo" û “Zextên we nikarin me têk bibin” bi dawî bû.