KESK: Kedkar vê budçeyê qebûl nakin 2025-12-18 15:03:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Şaxên KESK’ê têkildarî civînên Budçeya Sala 2026’an li gelek bajaran daxuyanî dan û di daxuyaniyan de peyama “Kedkar vê budçeyê qebûl nakin” da. Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), têkildarî civîna Budçeya Sala 2026’an ku li Meclisê tên kirin li gelek bajaran daxuyanî da.   AMED   Li Amedê di daxuyaniya li pêş avahiya maliyeye hat li darxistin de pankarta “Kedkar vê budçeyê qebûl nakin” hat hilgirtin. Di daxuyaniyê de Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) ya Amedê Guneş Ozer axivî û ev tişt got: “Dê bac ji kê bên komkirin? Bacên ku hatine komkirin dê li ku bên xerckirin? Ji bo pirsgirêkên kedkaran çi tê veqetandin. Budçeya welat li kêmiyê daye û dixwazin wî pereyê jî ji kedkaran bistînin."    DAXWAZ   Guneş Ozerê diyar kir ku ew wek KESK' vê budçeyê qebûl nakin û budçeyeke di berjewendiya gel, ked, wekhevî û edaletê de dixwazin û wiha pê de çû: “Heqek ku têrî jiyanek mirovî bike, di bac û dehatê de em edaletê dixwazin û bila li welêt budçe ji bo perwerde, tenduristî, edalet û demokrasiyê bê xerckirin. Em careke din soz didin kedkaran; ji bo pêşerojek ronahî ji bo kedkar û gel êm ê ‘têkoşîna Budçeya ji bo gel, Tirkiyeya demokratîk’ de bi israr bin.”   DÊRSIM      Di daxuyaniya Platforma Şaxên KESK’ê ya Dêrsimê de pankarta “Em budçeya ku ji gel digire û pêşkêş sermaye û rantparêziyê dike, red dikin. Em budçeya adilena û bi temînat dixwazin’ hat hilgirtin. Hevserokê Şaxa TUMBEL-SEN a Dêrsimê Mazlûm Dogan, diyar kir ku kêmiya budçeyê roj bi roj zêde dibe û dixwazin bar bixin ser pişta gel û ev tişt got: “Em dixwazin ku bacên me li perwerdehî, tendristî, edalet, aştî û demokrasiyê bê xerckirin.”