Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome 2025-12-21 16:43:48 ENQERE - Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku zêdetirî du meh in di beşa çavdêriya awarte de tê tedawîkirin, hêj wekî xwe ye.  Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol a li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê didome. Di 14’ê Cotmehê de xwîn çûbû ser mejiyê Aykol û rakibûn nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jî sê caran xwîn çûbû ser mejiyê wî û zêdetirî du meh û hefteyeke di beşa çavdêriya awarte de tê tedawîkirin. Bijîşkan got ku di rewşa Aykol de tu guhertin nînin û tedawiya wî bi dermanên antîbiyotîk didome.