Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin 2025-12-22 16:13:22   MÊRSÎN - TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Mêrsînê êrişên nîjadperest û zayendperest ên li dijî Leyla Zanayê şermezar kir û xwestin hesabê wê were pirsîn.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mêrsînê, têkildarî çêr û heqaretên li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê ku bi Bursasporê re dest pê kir û bi Ankaragucu û Rîzesporê re domiyan, daxuyaniyek dan û protesto kir. Daxuyanî, li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Leyla Zana rûmeta me ye” hate hilgitin û gelek caran dirûşmên “Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana jinan" hate berzkirin.    Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş di daxuyaniyê de got: “Navê Leyla Zanayê ji bo van xakan ne tenê navê siyasetmedarekê ye, di heman demê de sembola têkoşîna gelekî ya ji bo wekheviyê, sembola têkoşîna jinan û îradeya aştiyê ye. Her heqareta li wê tê kirin, êrişeke aşkera ya li dijî hebûna jinan a di qada siyasetê de û daxwaza çareseriya demokratîk a gelê Kurd e. Ev zimanê nefretê û cihêkar ê ku jinan û nasnameya Kurd hedef digire, yek ji mezintirîn astengiya li pêşiya aştiya civakî ye. Ên ku ruhê sporê bi sembolên tarî, bi ‘torosên spî’ reş dikin, yên hewl didin bi vê zîhniyeta qirêjî gemar bikin, nikarin tu pêşerojekê ji bo vî welatî bînin. Parastina aştiyê ne tenê karê saziya siyasetê ye, di heman demê de berpirsyartiyeke hevpar ê her welatiyên xwedî wijdan e.”    BANGA LÊPIRSÎNÊ   Di berdewama axaftina xwe de BedriyeKuşê got: “Bêdengiya li hemberî vê êrişê û gotinên rewakirinê nayên qebûlkirin. Ev helwest, gotina nefretê jirêzê dike û pêşiya êrişên nû vedike. Di serî de TFF, divê hemû saziyên berpirsyartiya wan hene têkildarî vê pêvajoyê lêpirsîneke hûr û kûr bimeşînin. Cîbicîkirina hiqûqê ne tenê ji bo îro, ji bo ku zarokên me jî di welatekî demokratîk de wekhev bijîn, gelek girîng e. Parastina çandekê û bihêzkirina wê ne tenê berpirsyartiya rêveberên sporê ye, di heman demê de berpirsyartiyeke li ser milê me tevan e. Li hemberî neheqiya li Leyla Zanayê hatiye kirin, em bi hêza xwe ya rêxistinkirî disekinin. Çi dibe bila bibe, em ê pêşerojeke ku jin tê de azad dijîn, gelê Kurd bi rûmeta xwe dijî û nîjadperestî lê bi dawî bûye bi hev re ava bikin.”