'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meseleyeke jiyanî ye' 2025-12-23 09:07:57       AMED – Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku misogerkirina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan mijareke girîng e ku dê rasterast bandorê li pêvajoyê bike û banga beşdarbûneke xurt ji bo mîtînga "Hêvî û Azadi"yê kir ku bi vê armancê dê li Amedê were lidarxistin.   Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)Meral Daniş Beştaşê, ji bo mîtînga "Hêvî û Azadî" ya ku ji hêla Platforma Saziyên Demokratîk ve dê di 4'ê Çileyê de saet di 13:00'an de li Qada Îstasyonê bê lidarxistin û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike, banga beşdarbûnê kir. Meral Daniş Beştaşê ji biçûkan bigire heta mezinan her kesî vexwend mîtîngê ku Veysi Aktaş, Çetin Arkaş, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata û Leyla Zana jî dê biaxivin.   Meral Daniş Beştaşê destnîşan kir ku divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan were misogerkirin û got: "Her çend Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berdewam bike jî, birêz Abdullah Ocalan hîn jî di şert û mercên azad de nîne û ev mijarek pir girîng e. Azadiya birêz Ocalan di rastiyê de mijarek e ku dê rasterast bandorê li ser rê, serkeftin, bandor û avakirina pêvajoyê bike."   BANGA BAHÇELÎ JI BO MAFÊ HÊVIYÊ   Meral Daniş Beştaşê daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli ya li ser "mafê hêviyê" bi bîr xist û got: "Di warê raya giştî ya Tirkiyeyê û raya giştî ya cîhanê de, birêz Devlet Bahçelî bangek ji bo 'mafê hêviyê' kir. Ev daxwazek e ku em bi salan e, bi dehsalan e dikin. Ji bo birêz Ocalan pir girîng e ku karibe di şert û mercên azad de bijî û bixebite, karibe pêşerojê bibîne. Pêdivî ye ku ev biryar were bicîhanîn."   KOMÎSYON   Meral Daniş Beştaşê behsa nêzîkatiyên partiyên ku di Komîsyona Meclisê de cih digirin kir û got: "Di roja yekem a civînê de, di 4'ê Tebaxê de û piştre, me diyar kir ku mafê hêviyê di vê pêvajoyê de xwedî cihekî pir girîng û pêşîn e. Ez dixwazim bibêjim ku divê nêzîkatiya hemû partiyên din jî di vî alî de be. Ji ber ku hawîrdoreke nakok û şert û mercên şer hene ku bi dehan salan e berdewam dikin. Em di rewşekê de ne ku mixabin me bi hezaran, deh hezaran mirov winda kirine."   Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku pêdivî bi pêşxistina zimanekî aştiyê heye û got: "Me di komîsyonê de got ku divê em bi guhertina ziman dest pê bikin. Werin em wê demê zimanekî aştiyê ava bikin. Divê zimanê nefretê yê li dijî Ocalan, zimanê dûrxistin û dabeşkirinê bi dawî bibe. Hin kom hîn jî bi vî zimanî berdewam dikin. Di vê nuqteyê de, em bawer dikin ku berpirsiyariya desthulatê û bi taybetî MHP'ê û her wiha partiya muxalefeta sereke, pir girîng e. Banga me ya li ser vê mijarê zelal e. Werin em hemû bi hev re mafê hêviyê bi dest bixin û avhewayê veguherînin biharê."   BANGAWAZÎ   Meral Daniş Beştaşê banga beşdarbûneke xurt a mîtîngê kir û got: "Di 4'ê Çileyê de mîtîngeke mezin wê hebe. Ev mîtîng dê daxwaza azadiya birêz Ocalan û mafê hêviyê bîne ziman. Em her kesî ji 7 saliyê heta 70 saliyê vedixwînin ku beşdarî vê mîtîngê bibin. Werin em hêz, deng, daxwaz û hêviyên xwe bikin yek. Em vê bangê ne tenê ji bo Amed, Mêrdîn û Sêrtê, ji bo tevahiya Tirkiyeyê dikin. Ji ber ku avakirina civakeke aştîxwaz û demokratîk ne tenê erk û berpirsiyariya civaka Kurd, gelê Kurd e. Ev ne tenê pirsgirêka Kurd e, ev pirsgirêka Tirkiyeyê ye, pirsgirêka Tirkiyeyê ye û ev meseleya jiyana gelan e ku di şert û mercên wekhev û azad de bi hev re bijîn."   MA / Fethî Balaman – Heval Onkol